Ciwan wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bimeşin

TCŞ û TekoJIN bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 1’ê Nîsanê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê meşekê li dar bixin.

Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ragihandin ku wê di çarçoveya pengava “Werin Cenga Azadiyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1’ê Nîsanê li kantona Zurîh a Swîsreyê meşekê li dar bixin.

Di daxuyaniya Komîteya Amedekar a Meşê de wiha hate gotin: “Di vê pêvajoya dîrokî de divê em li hember dîlgirtina Rêber Apo bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê em TCŞ û TekoJIN bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin bi ruhê Newrozê tevlî meşa “Ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo Werin Têkoşîna Azadiyê” bibin ku wê 1’ê Nîsana 2023’an de li Zurîhê were lidarxistin. Dem dema bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. “

CIHÊ DESTPÊKIRINA MEŞÊ

Derbarê cihê destpêkirina meşê ev agahî hatin dayîn:

Cih: Helvetiaplatz 8004 Zürih 

Dîrok: 01.04.2023 

Saet: 13:00