Ciwan û enternasyonalîst di çarçoveya çalakiyên 15’ê Sibatê de li Hanaûyê bûn
Komploya Nevneteweyî ya 15’ê Sibatê, di 22 saliya xwe de tê protestokirin.
Komploya Nevneteweyî ya 15’ê Sibatê, di 22 saliya xwe de tê protestokirin.
Her sal ji bajarek ê Elmanya heta bajarê Strasboûrg a Fransayê gelek meşên dirêj tê lidarxistin, îsal ji ber astengiyan bi şêweyên cûda tê lidarxistin.
Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê wê di nava tevahiya van 8 rojan de, li her bajarekê bi çalakiyan komploya navneteweyî protesto bikin.
Çalakiya yekem 19’ê Sibata 2020’an ku 9 kes lê hatibû qetilkirin, li bajarê Hanaû ya Elmanyayê hatibû lidarxistin.
Çalakiya ku li Markplatzê hatî lidarxistin gelek Kurdistanî, Tirk û nûnerên sazî û rêxistinên Elman jî tevlî bûn.
Di çalakiyê de ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên hatî qetilkirin destpê kir, komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Wê çalakiya ku ji Hanaûyê destpê kirî hetanî 13’ê Sibatê bê navber tevahiya rojan li gelek bajaran meş û mitîng werin lidarxistin.
Plansaziya çalakiyan wiha ye:
* 6’ê Sibatê wê li Frankfûrtê meşek were lidarxistin. Cihê kombûnê: Günthersburgpark
* 7’ê Sibatê li Domplatz a Maînzê seat 14:00’an mitîng were lidarxistin.
* 8’ê Sibatê li Darmstadtê meş seat 14:00’an ji ber HBF destpê bike.
* 9’ê Sibatê Mannheîm,
* 10’ê Sibatê Esslîngen
* 11’ê Sibatê Bad Canstaadt,
* 12’ê Sibatê Freîbûrg
Çalakî wê 13’ê Sibatê li Freîbûrgê bi mitîgekê bidawî bibe.