Civaka Îslamî ya Kurdistanê Newroz pîroz kir

"Divê gelê me Newroza îsal bike Newroza têkbirina zilma dewletên dagirker. Bi Newrozê agir gur bike û bigîhîje azadiya xwe. Divê were zanîn ku marên duserî yên vê serdemê, ji Dehakê xwînmij yê dîrokê, zalimtir û wehşîtirin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi wesîleya cejna Newrozê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, "Roja destpêka biharê, dîsa bi raperîneriya Kurdên mazlum û bawermendên doza mafê, tê piroz kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Gelê me yê ku bûye pêşeng ji bo têkoşîna dijî zilm ê, 2635 sal berê di 21 Adarê de, bi wergerandina Dehaqê zalim ev roj kiriye cejn. Ji bo gelên bindest buye ronahiya azadiyê. Li Rojhilata Navîn Ejdehayên hemdem ê duserî gel û bawermendan dorpêç kirine. Ev Ejdehayên duserî neyarê gelan, baweriyan û hemû mirovahiyê ne. Îro roj van Ejdehayên duserî mixabin baweriya Îslamê jî, heta dawî bi kar tînin. Dixwazin bêjin Îslam li dijî mazluman, bindestan û mexdûran e. Ev marên han baweriya Îslamê bi navê Şîatî û Sûnnîtiyê bi kar tînin.

Mirovan dikujin, têrê nake hişê wan jî, ji serê wan derdixin û dixapînin. Îslam li dijî zilmê û zalimane! Kesên durist bi baweriya Îslamê ve girêdayî be, divê li dijî van zaliman têbikoşe û tevlî serhildan û berxwedana Newrozê bibe.

Divê gele me Newroza îsal bike Newroza têkbirina zilma dewletên dagirker. Bi Newrozê agir gur bike û bigîhîje azadiya xwe. Divê were zanîn ku marên duserî yên vê serdemê, ji Dehakê xwînmij yê dîrokê, zalimtir û wehşîtirin. Bi ol, pere û tirsê mirovan dixapînin û rastiyê wek çewtî, çewtiyê jî wek rastî didin nîşandan. Dehakê dîrokî  zimanê miletekî qedexe nekir, çanda miletekî ji holê ranekir, cejnê miletan qedexe nekir! Lê  Dehakên îro; hebûnên me yên fîkrî, bawerî, çandî qedexe dikin. Dehaqên îro mêjî, laş, welat û mirovan bi namerdane dagir û qir dikin.

Divê em wek Misilmanên durist, di çepera bindest û mazlûman de bi can û rihê xwe li dijî van kujer û zaliman têbikoşin. Divê em cejna Newroz ê wergerinin cejna azadî û xelasiya bindestan.  Li hemû qadan de li dijî van xwînmijan serî hildin. Divê ji bo parastin a bawerî, gel, çand, ziman û rumeta xwe cehd bikin. Di serî de li welatê me Kurdistanê û li hemû cihanê, tevlîbûna cejna Newrozê xurt bikin û Newroza îsal bikin wesîleya azadbûnê.

Em di serî de li Kurdistanê û li hemû deveran, banga gelên bindest dikin û dibêjin keremkin tevlî dîlana azadiyê bin.

Em wek Misilmanên durist mil bi mil li gel mazlûm û bindestan bin. Wek ku Hz. Elî gotiye 'xwezî her roj Newroz ba û mirovatî, ji zilma zaliman xelas ba'. Têkoşîna li dijî zilm, bê mafî û nerastiyê  ferîzeyek li ser hemû bawermendan e, dem dema pêkanîna vê ferîzê ye…"