Cenazeyê endamê KNK'ê Yildirim li Wiesbadenê hat birêkirin

Cenazeyê endamê KNK’ê Hasan Huseyîn Yildirim ji aliyê hevserokên KCDK-E û FCDK KAWA û hezkiriyên wî ve hat birêkirin.

Endamê KNK'ê Hasan Huseyîn Yildirim ê di 24'ê Kanûna 2024'an de jiyana xwe ji dest da, di 2'ê Çileya 2025'an de li bajarê Wiesbaden ê Elmanyayê bi merasîmeke hat birêkirin. Malbat, hevrêyên wî yên têkoşînê, hezkiriyên wî, nûnerên KCDK-E û hevserokên Federasyona FCDK-KAWA beşdarî merasîmê bûn.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku heta xeyalên Hasan H. Yildirim pêk bên ew ê têkoşînê bidomînin. Li ser navê FCDK-KAWA Kerîme Barçîn axivî û bal kişand ser xeyalên Yildirim li Rojava pêk tê û li ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê rawestiya.

Merasîm bi vegotina çîroka jiyana Hasan H. Yildirim bi dawî bû.

DERBARÊ HASAN HUSEYÎN YILDIRIM

Hasan H. Yildirim di 10’ê Îlona 1951’an de li gundê Persû yê navçeya Pûtûrge ya Meletiyê ji dayik bû. Di sala 1969’an de li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Bijîşkî ya Diranan qeyda xwe çêkir, lê di sala 1974’an de ji ber sedemên siyasî dest ji xwendina xwe berda.

Di sala 1976’an de di nav damezrînerên rêxistina KAWA de bû û di hemû astên rêxistinê de xebitî.

Yildirim ê ku di 20’ê Sibata 1981’an de li Stenbolê hat girtin, ji aliyê dadgeha leşkerî ve cezayê darvekirinê û paşê jî cezayê muebbetê lê hat birîn. Paşê cezayê wî daxistin 24 salan.

Di Adara 1987’an de ji ber nameya ku bombebarana dewleta Tirk a faşîst a li ser gundên Başûrê Kurdistanê şermezar kir, 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Bi giştî 7 sal û 7 meh û 23 rojan girtî ma.

Di 17'ê Îlona 1988'an de bi 17 hevalên xwe re tunelek 118 metreyî kolandin û ji Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê reviyan. Hasan H. Yildirim çû Elmanyayê û li wir xebatên xwe yên siyasî domand.

Ji ber lêgerîna dewleta Tirk a Înterpolê, li gelek welatên Ewropayê hat girtin û demên kurt di girtîgehê de ma. Wî ev pêvajo di pirtûka xwe ya bi navê “Nameyên ji efendiyê min re” vegot. Hasan H. Yildirim ku di heman demê de romana "Kurdo" ya ji du cildan pêk tê û rêzenivîsa "Nivîsên Siyasî" ya ji deh cildan pêk tê nivîsand. Hasan H. Yildirim zewicî bû û bavê sê zarokan bû.