Cejna Vejînê li Leîpzîgê hat pîrozkirin

Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê  pîroz kirin. Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dewam kir.

Siyasetmedar Selahattîn Mete got, “Salvegera damezrandina partiyê li şehîdên me, Rêber Apo, şervanên azadiyê û hevrêyên ku li girtîgehê li berxwe didin, pîroz be.”

Mete bal kişand ser pêvajoya damezrandina PKK’ê û got, “Têkoşîna ku bi 5 kesan re destpê kir, îro gihişt bi milyonan.”

Mete bi berdewamî wiha got: “Şehîd û şervanên azadiyê bi berxwedana xwe ya destanî, Kurdan li hemû cîhanê dan nasîn. Weke gelê Kurd mafê me jî heye ku em jî wek hemû gelên cîhanê, di xaka xwe de bi azad bijîn. Ji ber vê yekê berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hozan Axîn, Oznur û Heval, Mehmet Rênas, Koma Vejîn, Koma Enternasyonal derketin ser dikê û strana ku ji bo bîranîna Şehîd Sara Dorşîn hatibû nivîsandin bi Kurdî hate gotin.

Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.