CÎK'ê Cejna Remezanê pîroz kir

CÎK'ê Cejna Remezanê pîroz kir û got peywirek e ku hedê ên ku Îslamê li dijî Kurdan bi kar tînin, bi wan bidin zanîn.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) di peyama xwe de got Pêxemberê Îslamê Mihemed têkoşîna pêşî li dijî nezaniyê daye, hîn kiriye ku bi ilm û zanînê, li dijî kedxwarî, neheqî û zilmê çima û çawa divê mirov li ber xwe bide.

CÎK'ê bal kişande zilm û zordariya li ser Kurdistanê û got dewletên xwedêgiravî Misilman in vê zilmê li gelê Kurd ê mezlûm dikin û diyar kir milliyetgiriya Ereb, Fars û Tirk Îslam ji xwe re kiriye qalikek û dînê Îslamê hêsîr girtine.

CÎK'ê her wiha got kesên ku xwedêgiravî ew bi navê Îslamê tevdigerin bi navê Kurdan çi hebe sond xwarine ku tine bikin.

CÎK'ê herî dawî wiha got: ''Peywirke mezin dikeve ser milê Kurdên Misilman û cîhana Îslamê. Peywir ew e ku li dijî van desthilatên nezan, barbar û zordar ku anora Îslamê binpê dikin, heta ku dadmendiyê bi cih bînin, hedê wan bi wan bidin zanîn û destê xwe bidin mezlûman.''