Bi hovane hat qetilkirin-NÛ BÛ

Kurdê bi navê Îbrahîm Demîr (41) ku li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê dijîya, ji aliyê Aşir Atalay ve bi lêdanê hate kuştin.

Îbrahîm Demîr ê ji Midyad a Mêrdînê li Dortmûndê dijiya, şeva Şemiyê dema diçû mala xwe êrîşek li hember hate kirin. Demîr ê 1,42 metre ku li nêzî mala xwe hate derbkirin, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Demîr ê nêzî 2 sal in ji malbata xwe cihê tenê dijiya, 16’ê Gulanê serdana malbata xwe ya 700 mertre ji mala wî dûr kir. Derdorî saet 23:00’an ji mala dayika xwe der dikeve û herî dawî li xwaringehekê tê dîtin. Xwediyê xwaringehê anî ziman ku Îbrahîm li gel kesekî din diaxivî.

Li ERDÊ RE JÎ LÊ DAN

Li navenda Dortmûndê, Îbrahîm Demîr li Adlerstrasse ku nêzî 300 metre ji mala xwe dûr, saet 01:05’an de êrîş li ser hate kirin. Li ser îxbarê polîs û ambûlans dema hatin cihê bûyerê Demîr jiyana xwe ji dest dabû. Li gorî şahidekî bûyerê kesekî dema Demîr li erdê re jî bû bi dehan car bi pehîna lêda. Êrîşkarê ku ji kamerayên cihên kar ên derdor hate tesbîtkirin, hate girtin.

ÊRÎŞKAR HATE GIRTIN

Aşir Atalay (39) ê hate destgîrkirin, di lêpirsînê de li xwe mikûr hatiye. Hate ragihandin ku li ser kuştina Demîr bê ka çima kuştiye ti agahiyek nehate dayîn. Atalay ê girtî bê darezandin, li ser hesabên tevnên civakî sembola ‘bozkurt’ kiriye bal kişand.

‘DAYÊ WÊ TE JÎ BIKUJIN’

Dayika ciwanê ku hate qetilkirin Şahîze Demîr a ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî got: “Heta niha Îbrahîm ziyan nedaye tu kesî, kesekî di halê xwe de dijiya, ji jiyanê re kêfxweş bû, nirx dida mirovan. Tim dihate gel min, ji ber ku dikare li ser lingên xwe tenê bijî, kêfxweş bû.” Dayika Demîr diyar kir ku di demê dawî de pirsgirêkeke yê kurê wî hebû û got: “Di demê dawî de hinekan gef li Îbrahîm dixwar, min ev hîs dikir. Lê dema min pirs dikir bersivek zelal nedida. Her carê tiştek digot, lê herî dawî min ew tengijand, berî bê kuştin bi 2-3 rojan. Ji bo min got; ‘Dayê tu xwe têkel neke, wê te jî bikujin’.”

BÊ PARASTIN BÛ

Xwişka ciwanê hate kuştin Hasret Demîr jî got: “Ev rewşekî nayê famkirine. Îbrahîm bê parastin bû. Tiştek bi kesê nekiriye. Jiyanê ji bo wê tiştekî baş îfade nedikir, niha jî bi hovane hate qetlkirin.”

Hasret Demîr anî ziman ku êrîşkar Atalay hate girtin û got: “Parêzerê me bi dozgerê ku li bûyerê dinêre re hevdîtin kir. Êrîşkar sûcê xwe qebûl kiriye, wê girtî bê darezandin.”

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka