ŞAHIDIYA ROJNAMEVANAN A LI ŞEHBAYÊ
Di 27'ê Mijdarê de bi operasyona Heyet Tehrîr El Şam re rejîma Sûriyeyê bi lez xwe vekişand. Li Şehbayê jî xelkê Efrînê li hemberî êrîşên çeteyan bi ruhê berxwedanê tevgeriya. Xelkê kantonê ku li gorî Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin kir, ji bo rojekê jî dest ji têkoşînê berneda. Zêdeyî 7 salan ji bo vegera li Efrînê di nava şert û mercên giran de li ber xwe da. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehbayê, ji bo ewlekariya gel di 1'ê Kanûnê de biryara vekişînê hate dayin û gel neçar ma ji Şehbayê koç bike. Rojnamevan Roj Denîz ku berxwedana li xeta Şêrewayê û şerê li herêmê ji nêz ve şopand, qala wê demê kir.
'GEFÊN LI SER ŞÊREWAYÊ QET NEQEDIYA'
Roj Denîz bal kişand ser operasyona Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê û got, "Di operasyona li dijî rejîma Sûriyeyê de, di nava çend saetan de em bi bûyerên nû re rû bi rû man. Leşkerên Sûriyeyê bêyî ku li hemberî HTŞ'ê li ber xwe bidin dest ji çeper û alavên xwe yên leşkerî berdan. Hewl nedan xaka xwe û çeperên xwe biparêzin. Hilweşîna rejîmê bi hêsanî pêk hat. Ji ber vê yekê jî operasyon di demeke kurt de bi dawî bû."
Roj Denîz ragihand ku piştî operasyon derbasî rojavayê Helebê hîn bi lez bû û got, "Taktîka kontrolkirina navendê ji rojava ve hate bikaranîn. Lewma 6 gundên Şêrewayê Bircqasê, kilotê, Başemrê, Zirnatê, Meyasê, gundê Mezin û Nûbûl û Zehra, li rojavayê Helebê cihên stratejîk bûn. Bi taybetî 6 gundên Şêrewayê yên piştî gundên Aqibê û Ziyaretê her tim di nava metirsiyê de bûn."
'LI GEL ŞERT Û MERCÊN GIRAN JÎ BERXWEDAN NESEKINÎ'
Roj Denîz bal kişand ser rabirdûya herêmê û got, "Ev 6 gund di sala 2018'an ji roja derketina ji Efrînê û vir ve di nava dorpêçê de bûn. Aliyekî xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû dorpêçkirin, aliyê din jî ji aliyê Nûbûl û Zehra ve ji aliyê rejîma Sûriyeyê hatibû dorpêçkirin. Ji ber vê yekê li van 6 gundan timî berxwedan hebû. Her tim gef û êrîş li ser wan hebû û şert û mercên xwe yên jiyanê gelekî zehmet bû. Yanî ne tenê bi operasyona HTŞ'ê re her wiha beriya wê jî di bin metirsiyê de bûn."
Roj Denîz got, "Ji dema dagirkeriyê û vir ve me hewl dan bibin dengê xelkê Efrînê; me qala êşa wan kir, bi objektîfa xwe bûn şahid ji rondikên çavên wan re, dem hat, me kenê wan qeyd kir. Li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê me berxwedana şervanan a li Şêrewayê qeyd kir."
Di dewama axaftina xwe de Roj Denîz got, "Haya me jê hebû ku di her demekê de divê em bi roleke cuda rabin. Ji ber vê jî min biryar da ku biçim eniya pêş. Weke min got, ev 6 gund her tim di metirsiyê de bûn, lê belê dema dawî metirsî hîn mezin bûbû. Girîngiya van gundan ji bo dewleta Tirk mezin bû, ji ber ku ji aliyê stratejîk ve wê planên wan ên leşkerî hîn xurt bikira. Bidestxistina van gundan dihate wateya dagirkirina nûbûl û Sehra."
Roj Denîz bi bîr xist ku dewleta Tirk 7 salên dawî qet dest ji hewldanên bidestxistina van gundan berneda û got, "Lê belê bi saya berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê û gel, di nava 7 salan de dewleta Tirk nekarî bigihêje armanca xwe. Heta derketina ji Şehbayê van 6 gundan berxwedaneke mezin nîşan dan."
Piştî ku di 27'ê Mijdarê de HTŞ'ê êrîş bir ser hedefên rejîma Sûriyeyê, hêzên rejîmê li çeperên xwe yên li Şehba, NûbÛl û Zehra qet li ber xwe neda û vekişiya. Roj Denîz anî ziman ku di vê demê de hêzên rejîmê fîşekek jî neteqand, tank, top û alavên xwe yên din ên leşkerî li pey xwe hişt û xwe vekişand.
'NÛÇEYÊN DEREWÎN PÛÇ KIRIN'
Roj Denîz anî ziman ku piştî vekişînê tenê xelkê Şehbayê û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) man û got, "Gelek caran têkildarî valakirina Şêrewa û Til Rifetê nûçeyên derewîn hatin belavkirin. Ji bo deşîfrekirina van agahiyên nerast, em di nava gel de bûn û me jiyana nava gel qeyd dikir, ji cîhana derve re radigihand. Ya ku me bi çavên xwe didît û gotinên dewleta Tirk belav dikir gelekî ji hev cuda bûn. Li eniya pêş şervan têdikoşiyan, li eniya paş jî gel bi coşeke mezin berxwedan silav dikir û vê rewşê moral û motîvasyon bilind dikir. Vê coşê yekser bandor li şervanên li eniya pêş jî dikir.
Di van kêliyan de tirs jî belav dibû. Ji aliyekî ve dengê fîşekan dihat, li aliyê din jî coşa gel daxwaza me ya xebatê xurt dikir. Lewma em nedifikirîn ku paşve gavê biavêjin. Vê coş û moralê heta 1'ê Kanûnê bi vî rengî dewam kir. Ji bo ewlehiya gel û careke din komkujî lê neyê kirin, ji bo careke din weke Efrînê nebe, biryara vekişînê hate wergirtin."
'BAWERIYA XWE YA JI BO VEGERA LI WARÊ XWE QET JI DEST NEDAN'
Roj Denîz anî ziman ku dema xeta Şêrewayê û şeş gundên li derdorê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin dorpêçkirin, gelê li herêmê neçar ma ku koç bike û got, "Gelek malbatên li Şêrewayê ji ber ku derfet nedîtin nekarîn ji nava çeteyan derkevin û di bin gefeke mezin de man. Me firsend dît ku vê zor û zehmetiyê li cih bişopînin û êşa gel û berxwedana gel ji nêz ve bibînin. Xelkê Efrînê careke din neçar ma ku ji Şehbayê koç bike ku zêdeyî 7 salan lê li ber xwe da. Xelkê ku bi hêviya vegera li Efrînê têdikoşiya, piştî windahiyan careke din kete nava rewşeke zehmet lê belê ruhê xwe yê berxwedanê parast. Civak aku ji Şehbayê koç kir berê xwe da Tebqa û Reqayê, hinek ji wan jî çûn aliyê Kantona Cizîrê. li gel pêvajoya zor û zehmet moral û îradeya gel ti carî kêm nebû. Xelkê Efrînê ku hewl da xwe bi rêxistin bike, biryardariya xwe ya vegera li Efrînê ya bi berxwedanê nîşan da. Gel diyar dikir ku derketina ji Şehbayê nayê wateya qutbûna bi temamî ya ji Efrînê û ji bo jiyana xwe bi berxwedanê xurt bike, têkoşîna xwe dewam dike."