BI DÎMEN

Başûrê Fransa ji bo meşa mezin amade ye

Meşa Dirêj a li Başûrê Fransayê, roja 2’yan li pey xwe hişt. Meş wê li Marsîlyayê bi tevlîbûna bi hezaran kesan bi dawî bibe.

Meşa Dirêj a sê rojan bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî li Başûrê Fransayê destpê kiribû. Meşê roja xwe ya 2’yan jî qedand.

Ji bajarên mîna Draguignan, Montpellier, Avignon û Marignane tevlîbûneke zêde ji meşê re çêbû. Meş bi tevlîbûna nêzî 200 kesan li ber Şaredariya Marignane destpê kir.

Çalakvanan pankart û flama hildan û bê navber dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” berz kirin.

Coş û biryardariya beşdaran bal kişand û meşvan di dawiyê de gihiştin herêma La Viste ya Marsîlyayê.

Ji Komîteya Amadekar a çalakiyê Fethî Karayazi spasiya meşvanên ku ev 2 roj in, dimeşin kir û ji bo roja dawî ya meşê (îro) banga tevlîbûnê kir.

Piştî meşê, endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li esnaf û qehwexaneyan geriyan û banga tevlîbûna meşê kirin.

Di roja 3’yan a meşê (îro) de, bi hezaran kes wê li qada Canabierre ya Marsîlyayê bên ba hev û heta qada Vieux Port bimeşin.