Bang li hikûmeta Awûstûryayê kirin: Zextê li dewleta Tirk bike, Rêveberiya Xweser nas bike

Li Awûstûryayê bi dehan sazî û kesan ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û naskirina Rêveberiya Xweser bang li serokkomar, meclîs û hikûmetê kirin.

BANGA JI BO AWÛSTÛRYAYÊ

Li Awûstûryayê saziyên mafên mirovan, nivîskar, siyasetmedar, aktîvîst, akademîsyen, ressam û hiqûqnas jî di nav de 56 îmzevanan bang li Hikûmeta Federal a Awûstûryayê, Serokkomarê Federal û Konseya Neteweyî kirin.

Di bangê de wiha hate gotin: “Weke welatekî demokratîk Awûstûrya divê ji bo mafên mirovan û aştiyê helwesta xwe nîşan bide. Divê Hikûmeta Federal a Awûstûryayê kanalên xwe yên dîplomatîk bi kar bîne û Tirkiyeyê îkna bike ku dawî li şerê li dijî Rêveberiya Xweser bîne.”

Di bangê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîrxistin û îşaret bi pêvajoya nû ya piştî hilweşîna rejîma Esad, hate kirin.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA DIDOMIN

Di bangê de wiha hate gotin: “Piştî dîktatoriya 53 salan a bi sîstema êşkenceya zalimane û kuştinê, di dawiyê de dikarin vê rûpelê bigirin û destpêkek nû bikin. Lê belê ji bo Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelek komên din nefes hilgirtin, wisa hêsan nîne. Di bin siya derbasbûna hikûmeta nû de, êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ev rewş tenê li Awûstûryayê na, di nûçeyên navneteweyî de jî pir kêm tê behskirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015’an ve didomin û ev tişt hate diyarkirin: “Tirkiye, ji xeynî tiştên din hêza leşkerî bi kar tîne û dixwaze nifûza xwe ya li Sûriyeyê berfireh bike. Ji dema destpêka êrîşa Sûriyeyê û vir ve, Tirkiye ev firsend ji bo êrîşkirin û dagirkirina Rojava bi kar anî.”

Îmzevanan destnîşan kirin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gotiye ew ê bikevin Kobanê û herêmê îlhaq bikin. Îmzevanan bal kişandin ser girîngiya bajarê Kobanê ya di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de.

JI BO ASTENGKIRINA XWESERIYÊ, HER TIŞTÊ DIKIN

Îmzevanan diyar kirin ku piştî êrîşên li ser Bendava Tişrîn û derdora wê, ji 8’ê Çileyê ve herî kêm 54 sivîl hatine qetilkirin û zêdeyî 240 jî birîndar bûne û wiha gotin, “Êrîşî ambûlanên ku birîndar hildigirtin jî hate kirin.”

Di bangê de ev yek jî hate gotin: “Tirkiye ji bo nehêle xweseriya demokratîk bê dayîna Kurdan, serî li her cure rê û rêbazê dide û vê yekê bi eşkere nîşan dide. Ji sala 2011’an dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê kirî û vir ve, li Rojava ji bo modela siyasî ya Sûriyeyê sîstemeke konfederal a demokratîk hatiye ceribandin.”

FONÊN YE’YÊ JI BO XIRAKIRINA ÎSTIKRARA HERÊMÊ PIŞTGIRÎ DAN ERDOGAN

Di bangê de îşaret bi wê yekê kirin ku dewleta Tirk a dagirker fonên Yekîtiya Ewropayê (YE) çawa bi kar aniye.

Di bangê de ev yek hate gotin: “Divê em têkîliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, jinûve berçav derbas bikin. Bi salane li dijî Rojava, şerekî ku hiqûqa navneteweyî binpê dike dimeşîne. Her carê ji hevkarên xwe yên Rojavayî (NATO) piştgirî girt. Şermezarkirin, dorpêç û pêkanîn nîne. Niha jî bêdengiyeke zêde heye. Di meha Kanûnê de Ursula von der Leyen serdana Enqereyê kir û soz da Serokkomarê Tirkiyeyê ku 1 milyar euro fonê YE’yê bide. Ev yek ji bo rejîmeke ku ji xirakirina îstiqrara herêmê berpirsyar e, tê wateya piştgiriyeke malî ya mezin.”

EWROPA JI BO AŞTIYÊ DIVÊ SÎNYALEKE ZELAL BIŞÎNE

Di bangê de ev yek jî hate ragihandin: “Di demeke ku tengasiyên jeopolîtîk zêde bûne de, civaka navneteweyî berpirsyar e ku ji bo bidawîbûna şer alîkariyê bide û sînyaleke ji bo aştiyê bişîne. Weke parçeyekî Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî, Awûstûrya divê polîtîkaya diyalogê û kêmkirina tengasiyê biparêze. Lê belê ji bo vê yekê, divê xwe weke aktorekî siyaseta navneteweyî jî bibîne.”

BANG

Îmzevanan ev bang kirin:

- Divê êrîşên Tirkan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demildest bên rawestandin!

- Divê nifûsa siyasî û binesaziya jiyanî were parastin!

- Divê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmê weke aktorekî girîng bê naskirin û ji bo Sûriyeke demokratîk û yekgirtî di serî de QSD û HTŞ, di navbera hêzên din de jî diyalog were çêkirin û muzakere bên teşwîqkirin.

- Divê sûcên şer ên Tirkiyeyê ji aliyê dadgerê navneteweyî ve bi rengekî serbixwe were lêpirsînkirin!

- Ji bo Rojava alîkariya mirovî ya lezgîn!

Saziyên îmzevan:

Feykom – Konseya Civaka Kurd a Awûstûrya

YXK – Komeleya Xwendekarên Kurdistanê

SJ – Ciwanên Sosyalîst

VSSTÖ – Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst ên li Awûstûryayê

Nifşê Ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûrya (SPÖ)

ÎMZEVAN

Alexia Stuefer, parêzer

Alicia Allgäuer, siyasetmedar

Andreas Schieder, ji Parlamentoya Ewropayê ya SPÖ,

Alexander Ackerl, Nifşê Ciwan ê SPÖ

Arash T. Riahi, derhêner

Barbara Steiner, ji Dîrektoriya Weqfa Bauhaus Dessau

Berivan Aslan, Partiya Keskan, Endama Konseya Neteweyî

Cappar Hajo, ji Dîrektoriya Akademiya Perwerdeyê ya Viyana

Christine Tragler, ji Derhêneriya Weşana Giştî ya Kovara Südwind

Denice Bourbon, ji hunermendiya performans

Didi Zach, ji Berdevkiya KPÖ Viyana

Dilovan Shekho, ji Serokatiya Federal a Teyrên Sor

Doron Rabinovici, nivîskar

Elke Kahr, Ji Şaredariya Graz Belediye

Ernst Woller, Serokatiya Yekemîn a Parlamentoya Eyaleta Viyana

Fred Turnheim, rojnamevan

Frederike Neuner

Fritz Hausjell, ji zanyariya medyayê

Gabriel Kielhorn, derhêner

Gabriele Schmid, siyasetmedar

Gerhart Ruiss, nivîskar û weşanger

Gelinde Grünn, ji endamtiya meclîsa herêmî ya Partiya Komunîst a Awûstûrya (KPÖ) a Linz

Günther Hopfgartner, Serokatiya Giştî ya KPÖ Genel Başkanı

Heidemarie Sequenz, Ji meclîsa Şaredariya Viyana ya Partiya Keskan û Parlamentoya Eyaletê

Julian Krimmer, Nifşê Ciwan SPÖ

Katerina Anastasiou, ji berdevkiya federal a KPÖ

Katharina Mückstein, derhêner

Katharina Brizić, zimanzan

Katrin Auer, ji Konseya Neteweyî

Kenan Doğan Güngör, sosyolog

Lluís Lipp, Ji Têkîliyên Sazî û Rêveberiya Projeyê Şêwirmend

Marion Wisinger, Ji Serokatiya Forûma Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Viyana

Max Zirngast, ji endamtiya Meclîsa Şaredariya Graz a KPÖ

Meri Disoski, Partiya Keskan, Berdevktiya Polîtîkaya Derve

Michael Kögl, Serokê Nifşê Ciwan a Federal a SPÖ

Mireille Ngosso, Ji Meclîsa şaredariya Viyana ya SPÖ û endamtiya Parlamentoya Eyalet

Naif Bezwan, Ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Ludwig Boltzmann

Niki Kunrath, Partiya Keskan, endamtiya Parlamentoya Eyaleta Viyana

Paul Stich, Serokê Ciwanên Sosyalist

Peter Pilz, siyasetmedarê berê û rojnamevan

Petra Bayr, Ji Berdevktiya polîtîkaya derve ya SPÖ

Rainer Hackauf, KPÖ Viyana, dîrokzan

Robert Krotzer, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê ji Tenduristiyê Berpirsyar a Graz

Şafak Akçay, ji meclîsa şaredariya SPÖ Viyana û Endamtiya Parlamentoya Eyaletê

Salah Ammo, müzikjen

Saya Ahmed, ji endamtiya Meclîsa navçeya Alsergrund a Viyana

Selma Schacht, KOMintern, Endamtiya Odeya Karkeran

Shams Asadi, Ji Komîseriya Mafên Mirovan a Şaredariya Viyana

Stefanie Sargnagel, nivîskar

Thomas Schmidinger, siyasetmedar

Thomas Rammerstorfer, Endamtiya Meclîsa Keskan a Şaredariya Wels

Tobias Schweiger, Ji Berdevktiya Federal a KPÖ

Veronika Johanna König, muzîkjen

Waltraud Fritz, Sekreteriya Partiya Siyasî ya Çep a Ewropa

SOS Mafên Mirovan a Awûstûrya

Volkshilfe Wien