Bal li ser hilbijartinên li Elmanyayê ye

Li Elmanyayê ku rastgiriya tund dengê xwe zêde dike û rêveberiya Donald Trump jî hewl dide bandorê lê bike, hilbijêr dengê xwe bi kar tînin.

Hilbijartinên li Elmanyayê ji çar aliyên cîhanê bi baldarî û bi fikar têne şopandin.

Dengdanê saet di 08:00 de destpê kir û wê heta saet 18:00 dewam bike. Tê texmînkirin ku encamên destpêkê jî heman piştî dengdanê bi lez diyar bibe.

Piştî hin êrîşên kujer ên bi destê biyaniyan kampanya hilbijartinê bi giranî li ser tirsa ji ber koçberiyê hate meşandin. Her wiha destwerdana DYE û Rûsyayê ya li hilbijartinê jî gelek caran bû sedema nerazîbûnan.

Li aliyekî rewşa rawestiyayî ya aboriyê, li aliyekî gefa şerê bazirganiyê yê Washîntgonê, li aliyê din jî têkiliya transatlantîk û 'sîwana' Emerîkayê ya ku ji bo ewlehiya Berlînê pê bawer e, bûne mijara nîqaşê.

Lîderê muxafazakar û favoriyê anketan Friedrich Merz roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ya ku di metirsiyê de ye 'çarenûsa' Elmanyayê ye.

Li gorî anketan, Friedrich Merz wê bibe Şansolyeyê nû û piştî dema Olaf Scholz ê Sosyal Demokrat wê welêt hîn bêhtir ber bi rastgiriyê ve bibe.

Di anketên dawî de rêjeya dengê muxafazakaran ji sedî 30 bû.

Her wiha tê texmînkirin ku partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) dengê xwe bi du qatî zêde bike û jis edî 20 ê dengan bi dest bixe.

Li gorî anketan Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Olaf Scholz jî ji sedî 15, Partiya Keskan ji sedî 14 ê dengan bi dest dixe.

Her wiha tê gotin, partiya çep Die Linke ji sedî 7, partiyên BSW, FDP jî wê di asta ji sedî 5 de dengan werbigirin.

Friedrich Merz ku xwe amade dike bibe serokwezîrê hikumeta nû, soz da ku baca kargehan kêm bike, burokrasiyê kêm bike û hêza pîşesaziyê ya welêt ji nû ve ava bike. Lê belê pispor hunera 'bicihanîna rojeva reforma mezin' a piştî hilbijartinê dikin mijara lêpirsînê. Tê gotin, ev yek jî wê bi giranî girêdayî partiyên biçûk be.