Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî beriya meş û mîtînga ku wê li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bê lidarxistin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê hevdîtina gel hate lidarxistin. Hevdîtin bi beşdariya yek ji çalakvanên Meşa Dirêj ku di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorinet ê Fransayê dest pê kir, Saniye Tûnç û Siyasetmedar Ferhat Encu pêk hat. Hevdîtin bi rêzgirtina ji bo giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di hevdîtinê de Saniye Tûnç xebatên dîplomasî û gel ên di tevahiya çalakiya Meşa Dirêj de ragihand. Saniye Tûnç diyar kir ku ew di xebatên xwe de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û li ser gelê Kurd vegotine û wiha got: “Çalakiya me bi eleqe hate pêşwazîkirin. Me di xebatên xwe yên dîplomatîk de destnîşan kir ku Rêber Apo vîna gelê Kurd e.”
Saniye Tûnç destnîşan kir ku wan di hevdîtinên xwe de aniye ziman vîna çareseriyê ya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye û wiha axivî: “Fikra gelên Ewropa û siyasetmedaran yek e ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye. Bêyî azadiya Rêber Apo azadiya me ne pêkan e. Em hemû deyndarê Rêber Apo ne û em neçar in wî azad bikin.”
Tûnç bang li gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wana kir ku tevlî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin. Piştî Tûnç, Ferhat Encu axivî û diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reş e û wiha got: “Ez vê komployê şermezar dikim. Komplo benda ku li azadiya gelê Kurd hatiye xistin e.”
Encu diyar kir ku divê her kes bi awayekî herî xurt beşdarî meş û mîtînga ku wê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin bibe û wiha got: “Em ê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşerojeke azad ava bikin.”