Aktivîstê mafê mirovan Erkoçak rehmet kir

Aktivîstê mafê mirovan Kamber Erkoçak li Berlînê rehmet kir.

Kamber Erkoçak (57) ê weke aktivîstê mafê mirovan û nasnameya sosyalîtiyê dihate nasîn ku li Berlînê sirûgun dijiya, vê sibehê di saet derdorî 04:00’an de li mala xwe ya li Kreûzbergê rehmet kir.

Erkoçak ev sê sal bû bi penceşêra kezebê ketibû û dihate dermankirin.

Meclîsa Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê li ser wefata Erkoçak peyameke sersaxiyê da û got: “Ji ber wefata dostê Kurd û şoreşger Erkoçak em xemgînin. Serê gelê me sax be.”

Di peyamê de hate gotin ku wê Pêncşemê saet 11:00’an li Mala Cemê ya Berlînê merasîmek bê lidarxistin û banga tevlîbûna merasîmê ahte kirin.

Li ser daxwaza Erkoçak wê cenazeyê wî li Stenbolê bê veşartin.