Akar ji bo piştgiriya êrîşên dagirkeriyê tê Elmanyayê
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar derbarê planên dagirkeriyê piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê wê hefteya pêş were Berlînê.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar derbarê planên dagirkeriyê piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê wê hefteya pêş were Berlînê.
Beriya konseptên şer ên li ser Kurdan û êrîşên dagirker ên li dijî parçeyên din ên Kurdistanê rejîma AKP û MHP’ê her carê tên bi rayedarên dewleta Elman re rûdinin.
Di payîza 2015’an de dema ku konsepte şer a li dijî navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hatibû ba Erdogan. Dema ku dewleta Tirk tevî çeteyan Efrîn dagir kiribû jî Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî hatibû Elmanyayê, bi Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Gabrîel rûniştibû.
Dema ku dewleta Tirk êrîş biribû ser Girê Spî û Serêkaniyê jî di nîveka meha Kewçêra 2018’an de Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas hatibû Enqereyê û daxuyaniyên ji bo meşrûkirina êrîşê dabû.
Niha jî desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirker daye destpêkirin û hate diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar wê were Berlînê û bi hikumeta Merkel re rûnê. Berdevkê Wezareta Parastinê ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku Akar li Elmanyayê bi Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê re meseleya aloziya li rojhilatê Behra Spî nîqaş bike. Lê di demên dawîn de Erdogan gefên xwe zêde kiriye û ev jî vê îxtîmalê xurt dike ku dewleta Tirk dixwaze ji bo planên dagirkeriyê piştgiriyê werbigire.