Ûrsûla Mûeller: Tirkiye krîza mirovî kûrtir dike

Koordînatora Rewşa Lezgîn a Alîkariya Mirovî ya NY’yî Ûrsûla Mûeller diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên li herêmê rê li ber krîzên cidî yên mirovî vedike.

Koordînatora Rewşa Lezgîn a Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Ûrsûla Mûeller a li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî têkildarî krîzên mirovî ya li Sûriyeyê tê jiyîn aixivî, bal kişand ku operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîzên mirovî kûrtir dike.

Mûeller anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê nêzî 200 hezar mirov ji cih û warên xwe bûne û got: “Di demê dawî de her çendî şer kêm jî bûbe, li van herêman krîzên cidî yên mirovî dewam dikin. Zêdetirî 70 hezar kesên ji cihên xwe bûne, li Reqa, Hesekê û Helebê dîsa 17 hezar jî neçar mane derbasî Iraqê bibin.

 ‘ALÎKARÎ NAGIHÊJE, REWŞ XIRABTIR BÛYE’

Mûeller diyar kir ku hê jî pêwîstiya alîkariyê ji bo 1û8 milyon kesî heye û ji ber şer alîkarî nagihêje gelek herêman. Mûeller anî ziman ku di gihandina alîkariyê de ji ber operasyonan zoriyê dikişînin. Ji ber operasyonên dewleta Tirk rewşa xirab mirovî ya li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê kûrtir bûye.

‘OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR KRÎZÊN MIROVÎ KÛRTIR KIR’

Her wiha Mûeller bibîr xist ku eger operasyon pêk nehatiba wê evqas rewşa mirovî giran nebûya, ev mirovên 9 sal in mexdûrê şerê tê kirin, wê dîsa birsî, nexweş û mirinê re rû bi rû nemaba.

Mûeller bal kişand ser kampa holê ya malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê ne û got: “Ji sedê 94’ê kampê ji jin û zarokan pêk tê. Nêzî 68 hezar û 400 kes li vê kampê dimînin. Divê dewleta welatiyên xwe yên li vir bigirin.

Herî dawî Mûeller bal kişand ser krîzên mirovî yên li Idlibê jî rû didin.