Ûgûr Şakar li ser gora xwe hat bibîranîn

Ûgûr Şakar ê ku di sala 2019’an de li dijî Komploya Navneteweyî li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Ûgûr Şakar ê ku di 20’ê Sibata 2019’an de ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir û şehîd bû, li ser gora xwe ya li Goristana Neûfrîedhof a li Neûssê hat bibîranîn.

Hevserokên Federasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça, Nûnerê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şenge Kahraman û komek Kurdistanî yên bi Ûgûr Şakar re xebat dimeşandin tevlî bîranînê bûn.

Li ser gora şehîd axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “Valahiya ku we li dû xwe hişt, ji kûrahiya dilê xwe de em bandor kirin. Di 22’ê Adara 2019’an de we li hemberî Komploya Navneteweyî çalakiya fedayî û tijî cesaret pêk anî. We dilsozî û baweriya xwe ya bi Rêber Apo re bi şewitandina bedena xwe ji hemû cîhanê re ragihand. We bi vê çalakiya xwe ya leheng îrade û dilsoziya xwe ya di têkoşîna edalet û azadiyê de nîşan da. Erka me ye ku em bîranîna wî zindî bihêlin û têkoşînê bidomînin. Rêya we, hêvî û îdiayên we tu carî nayên jibîrkirin. Giyanên wêrek ên mîna we wê bibin çavkaniya me ya bêdawî ya îlhamê ku em têkoşîna xwe pêş bixin”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.