Şervanên YAT’ê li Helsînborgê hatin bibîranîn

9 şervanên YAT’ê ku 15’ê Adarê di encama qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn, li bajarê Helsînborg ê Swîsreyê hatin bîranîn. Malbata Şerwan Kobanê û gelek welatparêz tevlî bîranînê bûn.

Li ser navê malbatê ap û xaltîka Şerwan Kobanê axivîn. Malbatê diyar kir ku li gel ku dema Şoreşa Rojava dest pê kir Şerwan Kobanê di temenek biçûk de bû û li Ewropayê dijiya, tevlî têkoşîna berxwedan û azadiyê bûye. Malbatê got: “Şerwan ne tenê şehîdê me, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Em bi wî serbilind in. Em ê bibin şopdarê rêya wî.”

Her wiha di axaftinên bîranînê de wiha hate gotin: “Şehîdên ji bo gelê xwe pêşengiya berxwedana li hemberî dagirkeran kirin. Em ê bi şopdariya rêya şehîdên xwe bîranînên wan zindî bihêlin.”

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.