Şervanê enternasyonalîst Constantîn li Kîelê hate bîranîn

Şervanê enternasyonalîst Constantîn (Andok Cotkar) ku di 16'ê Cotmehê de ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ku lê ji dayik bû hate bîranîn.

Ji malbata şervanê enternasyonalîst endamên malbatê, nûnerên antî fa, komeleya Kurd, MLKP, Civaka Elewiyan, Koma Jinên Femînîst û ji malbata şervana enternasyonalîst a sala 2015'an li nava refên YPJ'ê jiyana xwe ji dest da malbata Îvana Hoffman gelek kes tevlî bûn. Her wiha gelek şervanên enternasyonalîst jî beşdar bûn.

Di civîna bîranînê de bavê Andok Cotkar axivî û ji bo Andok got, "Tevlî nava refên YPG û YPJ'ê bû ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin û xwe ji bo mirovahiyê feda kir." Destnîşan kir ku ew bi kurê xwe serbilinde.

Dayika wî jî got, "Kurê min ji zarokatiyê ve mirovek bû ku ji parvekirinê hez dikir. Niyeta wî timî baş bû. Pirsgirêkên mirovan weke pirsgirêkên xwe didît û ji ber vê yekê tevlî şoreşa Rojava bû."

Her wiha got, "Ew bi daxwaza xwe çû û li wê deverê kêfxweş bû."

Piştî nîşandana sînevîzyonê Hozan Comert derkete ser dikê.

Dayika Îvana Hoffman jî got, "Zarokên me di vê rêyê de şehîd bûn, lê belê ew timî di dilê me de ne."

Piştî axaftinan daxuyaniyek bi navê şervanên MLKP'ê hate xwendin.

Civîna bîranînê bi xwendina helbestan û gotina stranan bi dawî bû.