Şehîdên YAT’ê li Darmstadtê hatin bibîranin

Ji bo 9 şervanên YAT’ê yên di qezaya helîkopterê de şehîd bibûn bi tevlêbûna malbata Feraşîn Baran, li Darmstadtê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Darmstadt yê Elmanyayê, ji bo 9 şervanên Yekîneyên Antîteror (YAT) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di 15’ê Adarê de di encama qezaya helîkopterê de şehîd bibûn, bi organîzasyona Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Saziya Malbatên Şehîdan, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de malbata Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo) jî beşdarî bîranînê bûn û axaftin kirin. Birayê Şehîd Feraşîn Baran, Hogir Hemdo got ku ew ê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bimeşin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.