Şehidên Newrozê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Şehîdên Newrozê ku 20’ê Adarê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji aliyê dagirkeran ve hatibûn qetilkirin, li bajarê Kloten ê kantona Zurîh a Swîsreyê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ku li Komeleya Çandê ya Rojav hat lidarxistin, bi deqeyekî rêzgirtina ji bo şehîdên Newroz dest pê kir.

Abbas Omar li ser navê PYD’ê axivî. Omar diyar kir ku êrîşên li hemberî xelkê sivîl nayê qebûlkirin. Omar derbarê pêvajoya siyasî agahî dan û nerazîbûn nîşanî dewletên navneteweyî da ku li hember qetilkirina Kurdan bêdeng in.

Nûnerê Malbatên Şehîdan Abdulhamî Temê jî axivî. Temê kesên ku di encama gulebarana çeteyên “Ehrar Şerqiye” ku girêdayî dewleta Tirk e, hatin qetilkirin bi bîr anî û got: “Em kesên ku ji bo Kurdistan û gelê Kurd têkoşiyane û di vê oxirl  şehîd bûne, bi mînetdarî bi bîr tînin. Em careke din soz dikin ku em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derbikevin.”

Piştî axafinan merasîma bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.