Şehîdên Metînayê li Bremenê hatin bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) û hevalên wî ku li Metînayê şehîd bûn, li Bremenê hatin bîranîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) û hevalên wî ku roja 2’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser qada Metînayê de şehîd bûn, li Komeleya Çanda Kurd a bajarê Bremen ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Endamê Komîsyona KOMAW’ê ya Bremenê Şerzad Seyîdelo di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Seyîdelo destnîşan kir ku wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.
Birayê mezin ê gerîlayê HPG’ê Zubeyîr Teymûroglû Vahdettîn Temûroglû jî got ku şehîdên fedayî nirxên herî mezin ên gelê Kurd in.
Bîranîn bi temaşekirina sînevîzyonê, bi dawî bû.