BI DÎMEN

Şehîdên Azadiyê li Baselê hatin bibîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo kesên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn hatin bîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin. Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê û gelek malbatên şehîdan tevlî çalakiyê bûn.

Di bîranînê de rojnamevan Azîz Koyluoglû ê di 27’ê Çileyê de li Ranyayê hate qetilkirin, Endama Koordînasyona Kongra Starê Salîha Viyan (Hîva Erebo) û Endamê PYD’ê Hogir Dirbesiyê (Dilawer Erebo), rojnamevan Egîd Roj ê di 15’ê Sibatê de li Bendava Tişrînê şehîd bû, Mezra Botan (Şirîn Ateş) a di 4’ê Tîrmeha 2024’an de li Metînayê şehîd bû, Zîlan Guler (Zîlan Botan) a di 24’ê Çilyê de li Heftanînê şehîd bû û Rûksen Derweş (Delal Botan) û ji fermandarên YJA Starê Nesrîn Berî (Yayla Kizilkaya) a di Mijdara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, hatin bibîranîn.

Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Çalakvana Kongra Starê Zozan Dêrik di çalakiya bîranînê de axivî û destnîşan kir ku ew ji pêvajoyekî dîrokî derbas dibin û îşaret bi girîngiya rêxistinbûnê kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mûstafa Karahan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Pêvajoya ku em di nav de ne pir hesas e. Gelê me rûbirûyê qirkirinê ye û li hemberî van êrîşan berxwedanekî mezin heye. Kedkarên çapemeniya azad ji ber ku van êrîşan bi belge dikin û ji cîhanê re radigihînin tên hedeg girtin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Xwişka Salîha Viyan ê di 27’ê Çileyê de li Ranyayê şehîd bû, Lawa Erebo jî beşdarî çalakiya bîranînê bû û diyar kir ku di nava malbata wan de 6 şehîd hene. Erebo wiha got: “Em malbatê şehîdan in û li ser şopa wan in.” Dayika Erebo ku bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû jî wiha got: “Hîvo di temenê xwe yê biçûk de tevlî têkoşînê bû. Bila serê gelê Kurd û Rêber Apo sax be. Em bi şehîdên xwe serbilind in.”

Aktîvîsta Kongreya Star Zozan Dêrik di axaftina xwe de destnîşan kir ku axaftinali ser şehîdan ne hêsan e û got, “Ev heval bi salan di nava têkoşînê de bûn. Dijminê me dijminê herî zalim ê dinyayê ye. Jin û pêşengan dike hedef. Hevala Salîha yek ji pêşengên tevgera jinên Rojava bû. Ezîz bi salan ji bo çapemeniya azad têdikoşiya. Di demên dawî de gelek hevalên me yên rojnamevan bûne hedef û qetil kirin. Cîhan li hemberî van hemû êrîşan bêdeng e û em vê bêdengiyê şermezar dikin. Em ê têkoşîna şehîdên xwe bigihînin serketinê. Şehîd namirin.”

Di bîranînê de herî dawî rojnamevan Erdogan Zamûr axivî û êrîşên li ser kedkarên çapemeniya azad şermezar kir û got, “Di serî de Ezîz, gelek kedkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Mixabin di vê mijarê de bêdengiyeke mezin heye. Ev hevalên me ji ber ku êrîş eşkere kirin hedef hatin girtin. Ez van êrîşan şermezar dikim û bang li her kesî dikim ku xwedî li çapemeniya azad derkevin."

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.