Şehîd Tekoşer Piling hat bibîranîn

Şehîd Tekoşer Piling ê di 19’ê Adara 2019’an de li Dêrazorê şehîd bûbû, li bajarê Floransa yê Îtalyayê hat bibîranin.

Şehîd Tekoşer Piling (Lorenzo Orsettî) ê di 19’ê Adara 2019’an de li Dêrazorê şehîd bûbû, li bajarê Floransa yê Îtalyayê hat bibîranin. Malbata Piling, Komîteya Kurd, gelek saziyên sivîl û dostên enternasyonalîst tev li bîranînê bûn.

Di bîranînê de bavê şehîd Piling, Alessandro Orsettî û Endamê Komîteya Kurd Yilmaz Orkan li ser jiyan û têkoşîna şehîd axivîn.

Axêveran bal kişand bi ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û ruhê enternasyonalîst. Di axaftinan de hate gotin ku wê têkoşîna Tekoşer Piling li qada Ewropayê bê mezinkirin û li dijî faşîzmê ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk wê xebatên hîn xurtir bên meşandin.