BI DÎMEN

Şehîd Kobanê, Mêşid û Şen li Dresdenê hatin bibîranîn

Yek ji fermandara YPJ’ê Arjîn Kobanê, welatparêz Şêro Mêşid ên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya bi SÎHA’yê de û fedaiyê “Hûn nikarin roja me tarî bikin” Halîl Şen li Dresdenê hatin bibîranîn.

Yek ji fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arjîn Kobanê ya 23’yê Çileyê li Bendava Tişrînê, welatparêz Şêro Mêşid ê 29’ê Çileyê li Kobanê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya bi SÎHA’yê de û fedaiyê “Hûn nikarin roja me tarî bikin” Halîl Şen ê di 12’ê Sibata 2021’an de ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî benda xwe da ber agir, li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin bibîrîn.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Dresdenê û Meclîsa Jinê ya Lêgerîn ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE HETA DAWÎ BIDOMÎNIN’

Hevserokê FED-Kurdê Menderes Canbeg di bîranînê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Wan zarokên xwe bi vîna xwe mezin kirin û beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurd kirin. Îro ji bo Kurdistana azad li gelek qadan berxwedan heye. Gelê me yê ku li Bendava Tişrînê, Kobanê li ber xwe dan di vê oxirê de şehîd bûn. Şehîd Arjîn jî weke fermandarekî mezin, di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Ev polîtîkayên qirkirinê ne îro dest pê kir, dewletên ku beriya 100 salan Kurdistanê kirin çar parçe ev polîtikayên xwe didomînin. Em ne Kurdên AKP’ê ne, ne jî girêdayî avaniyekî cuda ne. Em ew Kurd in ku dane pey Kurdistana azad û em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”

‘EM Ê BIDIN PEY ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE’

Xwişk û birayên Şehîd Arjîn Kobanê, Zelîxa û Mêrxas ên beşdarî bîranînê bûn axivîn. Zelîxa wiha got: “Ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên mezin hatin dayîn. Arjîn jî bû yek ji van berdêlan. Ew di sala 2001’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû û bi hezkirina welat têkoşînekî mezin da.”

Mêrxas jî wiha got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê Kurdistan azad nebe. Ji ber vê yekê em ê li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê ku em lê ne têkoşînê mezin bikin. Em ê bidin pey şopa Şehîd Bêrîtan, Şehîd Zîlan û Şehîd Arjîn.”

Birayê Şehîd Şêro Mêşid, Mirza jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Bila serê Rêber Apo û malbatên şehîdan sax be. Birayê me Şêro di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de birîndar bibû. Ji êrîşa ewil bi saxî filîtî, lê di êrîşa duyemîn de şehîd bû. Ew di nava hevrêyên xwe de gelekî dihate hezkirin. Em dizanin ku şehîd nemir in.”

Çalakiya bîranînê piştî axaftinan bi pêşandana sînevîzyonê ya ji bo bîranîna şehîdan dewam kir. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.