Şaredariyên Rojava û Swêdê biryara hevkariyê dan
Şaredariyên Rojava û Swêdê li ser qada dîjîtal li hev civiyan û xebatên şaredariyê yên li Rojava nirxandin. Ji bo hevkariya şaredariyan li hev kirin.
Şaredariyên Rojava û Swêdê li ser qada dîjîtal li hev civiyan û xebatên şaredariyê yên li Rojava nirxandin. Ji bo hevkariya şaredariyan li hev kirin.
Şaredariyên Rojava û Swêdê cara duyemîn li ser qada dîjîtal li hev civiyan.
Civîna pêşîn di meha Çileyê de pêk hatibû û şaredariyên Swêdê yên ji Partiya Çep derbarê xebatên xwe agahî dabûn şaredariyên Rojava. Di 2’ê Adarê de jî şaredariyên Rojava derbarê xebatên xwe şaredariyên Swêdê agahdar kirin.
Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî, Endama Desteya Rêveber a Forûma Çepgir a Navneteweyî ya Swêdê Yekbûn Alp, parlementerê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennellîg, Serokê Koma Şaredariyên GoteborgÊ Danîel Bernmar û li ser navê şaredariya Qamişlo Rojava Bêrîvan Omer tevlî civînê bûn.
Omer diyar kir ku Hesekê û Qamişlo di bin kontrola hêzên Kurdan de ye û derbarê xebat û pergala şaredariyan agahî da. Omer bal kişand ser vî tiştî ku jin di şaredariyan de hêza sereke ne.
Svennelîg û Bernmar diyar kir ku ew ê şaredariyên Rojava vexwînin şaredariyên li Swêdê û şaredariyên ji Rojava jî diyar kirin ew dixwazin şaredarên li Swêdê werin Rojava bibînin.