Şaredariyeke din a Îtalî hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan

Şaredariya Fossalto ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Komuna Fossalto ya girêdayî bajarê Campobasso ya herêma Molîse ragihand ku welatîbûna rûmetê daye Ocalan.

Serokê Şaredariyê Saverîo Nanno di axaftina li Meclîsa Şaredariyê kir anî ziman ji ber hewldanên aştiyê ev xelat layîqî Ocalan dîtine.

Nonno diyar kir ku îdeolojiya ku Ocalan pêş xistî, li Rojava bûye mînak, bi vê jinê di nava rêveberiyê de cih girtiye û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke xurt kiriye, destnîşan kir ku ji bo dayîna hemwelatîbûnê ya ji Ocalan jî direng mane. Nonno bang li şaredariyên din jî kir di vê mijarê de gav bavêjin.

Nonno beriya hilbijartina 3’ê Tîrmehê anîbû ziman ku eger di hilbijartinê de bi ser bikeve wê xelata hemwelatîbûna rûmetê di şexsê Ocalan de wê bide gelê Kurd. Nonno di hilbijartinê de bi ferqek zêde bi ser ketibû.

Çileya 2019’an şaredariya Tûfara ya girêdayî bajarê Compobasso jî hemwelatîbûna rûmetê dabû Ocalan.

Berî niha jî şaredariyên mnce Campobasso, Castelbottaccio, Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo heman biryar girtibûn.