Şaredariya Osloyê daxwaza Wezareta Karê Derve ya Tirk red kir

Şaredariya Osloyê daxwaza dewleta Tirk a rakirina pêşangeha hunermenda Kurd Gelwêj Welîdxanî red kir.

Komîteya Çanda Meclîsa Şaredariya Osloyê serî li ber tehdîdên Wezareta Karê Derve ya Tirk nedanî, daxwaza rakirina pêşangeha Hunermenda Kurd Gelawêj Welîdxanî red kir.

Sensûra Wezareta Karê Derve ya Tirk a ji bo pêşangeha Hunermenda Kurd Gelwêj Welîdxanî ya li Oslo ku bi navê ‘Rojav; Şoreşa Jinê’ bi ser neket. Di daxuyaniyên ji aliyê komeleyên Tirk ve hatin kirin, Norweç tehdîd kirin, Komîteya Çandê ya Şaredariya Osloyê ji bo rakirina berhemê bi piraniya dengan gotin; ‘Na’.

Pêşangeha Walîdxanî ya li Osloyê bê navber tê nîşandan.

Wezareta Karê Derve ya Tirk, dîsa zêdetirî 300 Tirk û Sefaretxaneya Tirk a li Osloyê xwestin ku berhem li Kolana Rosenkrantzê bê rakirin.

Ji Partiya Sor a Norveçê Eîvor Evenrûd diyar kir ku ev hûner di çarçoveya mafê azadî û demokrasiyê de ye.

Lîerê koma meclîsa şaredariyê ya ji Partiya Çep a Muxalefetê Ann Haabeth Rygg jî diyar kir ku ji biryarê memnûnin û got: “Sansûr ji bo hûnera nunerên hatine hilbijartin nayê kirin.”