Şaredariya Montataîre destek da HDP'ê

Şaredariya komunê ya Montataîre ya herêma Oîse ya Fransayê li dijî darbeya li şaredariyên HDP'ê helwest nîşan da, bang li hikûmeta Fransa kir ku bi tundî şermezar bike.

Li Fransayê van çend rojên dawî gelek şaredariyan darbeya dewleta  Tirk a li şaredariyên Kurdistanê şermezar kir.

Şaredariya Montataîre jî helwest nîşan da.

Şaredar û her wiha endamê Meclîsa Bajêr a Oîse Jean- Pîerre Bosîno got, ''Tayîb Erdogan û  AKP ya ku ji hilbijartina xwecih hatin qewirandin bi rêbazên zroê dixwaze vegere.''

Bosîno got şaredariya Montataîre xwedî rêçikeke hevgirtinê ya navnetewî ye û bi bîr xist ku Adara 2019'an biryar li ser destekkirina Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay dabûn.

Bosîno her wiha got ew tevlî banga komeleya France- Kurdistanê dibin, ku bang li hikûmeta Fransaye kiribû ku êrîşa li Tirkiyê ya li ser demokrasiyê şermezar bike.