Hilbijêrên Fransî destek dan HDP’ê, Tirkiye şermezar kirin

Li Fransayê 4 şaredar, parlementerek û nûnerê partiyekê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê dan. Du serokên şaredariyan i ob Sefaretxaneya Tirk name nivîsandin.

Serokê Şaredariya Vîtry-sûr-Seîne Jean-Claûde Kennedy di nameya xwe ya ji bo Sefîrê Dewleta Tirk ê Parîsê Îsmaîl Hakki şanî de, bibîr xistiye ku 19’ê Tebaxê 3 şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û bi sedan kes hatine destgîrkirin.

KENNEDY: JI BER KU NELIRÊTIYÊN WAN DERXISTIBÛN HOLÊ…

Kennedy ê nerazîbûn nîşanî girtinên kêfî da, bal kişand ku piştî nelirêtiyên wan hatin kifşkirin û şûnde qeyûmn hatine danîna ser şaredariyan û got: “Bi gelek şahidan derketin holê ku li bajar talan kirine û şaredarî xistine bin deyan.” Kennedy bibîr xist ku bi şaredariya Nisêbînê re di nava peymanê de ne û fikarên xwe yên mezin anî ziman û daxwaza kir ku yên hatine destgîrkirin divê demildest bên berdan.

FAÛTRE: DIVÊ TAVILÊ GAV BI ŞÛNDE BAVÊJIN

Seroka Şaredariya Camhpîgny-sûr-Marne Chrîstîan Faûtre jî di nameya ji bo sefaretxaneya Tirk şandî de diyarkiriye ku hevşaredar bi şêwazekî demokratîk hatine hilbijartin û ji ber nelirêtî derxistine holê li dijî wan operasyon hatine kirin. Faûtre got: “Divê tavilê hevşaredarên ji erkê hatine girtin, vegerin ser kar, aktivîtên Kurd ên girtî bên berdan.

MARSAC: VÎNA GELÊ KURD TINE NAYÊ HESIBANDIN

Serokê Şaredariya Vîllîers-le-Bel Jean-Loûîs Marsac bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Ev êrîşa li hember azadiyê, dixwaze gelê Kurd ji hilbijrêtn ku bi rêya demokratîk hatine hilbijartin ji hev qût bike. Ev yek nayê qebûlkirin. Vîna gelê Kurd tine nayê hesibandin. Ji erkê girtin û zextê nayên bêdengkirin.”

APPERE: ÇARESERIYA MAYÎNDE TENÊ BI DIYALOGÊ MUMKUN E

Seroka Şaredariya Rennesê Nathaîe Appéré jî daxuyaniyek nivîskî da û balkişand li ser dewleta hiqûqê. Appéré wiha got: “Çareseriya mayînde ya doza Kurd tenê bi diyaloga siyasî mumkun e.”

Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Fransayê Françoîs Pupponî jî daxuyaniyek nivîskî da û desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê şermezar kir.

Pupponî wiha got: “Min bihîst ku ji aliyê Wezîrê Karê NavxweyÎ ve hevşaredarên Amed, Mêrdin û Wan ên hatine hilbijartin û endamên HDP’ê bi awayekî keyfî ji peywirê hatine girtin. Ev biryar delîleke nû ya ji gumanên hikûmeta Erodga n ku dixwaze bi taybet HDP’ê bêdeng bike ye. Eger em bi bîr bînin sala 2014’an95 şaredariyên Kurd yên hatine hilbijartin hemû ji aliyê rejîma AKP’ê ve hate guhertin.”

Pupponî got divê li dijî qeyûman pira biratiya gelan were bihêzkirin û wiha domand: “Îro careke din piştgiriya xwe ya ji bo Kurd, Suryanî-Keldanî û Ermenî û hemû kesên li Tirkiyeyê têşîna wekhevî û azadiyê dikin, dubare dikim. Bia ji hemû piştevaniya me bibawer bin. Tişta ji destê me were em ê bikin”.

GERMAÎN: DIVÊ YE VÊ BIRYARÊ ŞERMEZAR BIKE

Sekreterê Netewî yê Partiya Sosyalîst Jean-Marc-Germîan jî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkirina qeyûman şermezar kir.

Germîan nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Roja 19’ê Tebaxa 2019’an, qeyûm tayînkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê yên bi awayekî keyfî şermezar dikim. Em Partiya Sosyalîst vê derbeya nû weke derbeya li dijî demokrasiyê dibînin. Ev rewşa tundiyê ya desthilatdariyê ya li dijî HDP’ê û muxalefeta demokratîk dide nîşandan. Serokên şaredariyan ji peywirê tên girtin û li cihê wan waliyên girêdayî Enqerê tên tayînkirin. Em Partiya Sosyalîst zilma li dijî gelê Kurd qebûl nakin û ti hincetek vêya mafdar nake. Heman demê em bang li rayedarên Fransî û Yekîtiya Ewropayê (YE) dikin ku vê biryarê şermezar bikin.”