Şaredariya Lyonê ji bo mexdûrên erdhejê bi Roja Sor re bû piştgir

Şaredariya Lyon’ê, ji bo mexdûrên erdhejê pere li hesabê Roja Sor razand.

Şaredariya Lyonê ya Fransayê, ji bo ji mexdûrên erdhejê û lehiyê yên li Bakurê Kurdistanê re bê şandin, 30 hezar Eûro li hesabê Roja Sor razand.

Piştevaniya bi mexdûrên erdheja Mereşê re berdewam e. Roja Sor li Fransayê saziyeke alîkariyê ye, ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê serî li Şaredariya Lyonê da. Şaredariyê serlêdana qebûl kir û 30 hezar Euro li hesabê wê razand da ku ji bo mexdûrên erdhejê bê şandin.

Rêveberiya Roja Sor, spasiya Şaredariya Lyonê kir û da zanîn ku wê alîkariya madî zû bi zû bigihîne mexdûrên erdhej û lehiyê.