Îstîxbarata Elmanyayê AfD’ya rastgir dişopîne

Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn a ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, biryar da ku partiya rastgir a bi navê AfD’ê li temamî welat bişopîne.

Îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ji dêvila ku li dijî komên Neonazî têbikoşe, di serî de tevgerên çepgir, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan, şoreşgerên ji Tirkiye û Tamîlê dişopand. Saziyê bi gumana ‘dibe ku saziyeke xetere be’ biryar da ku partiya rastgir AfD’ê bişopîne.

Balkêş e ku vê biryara li dijî AfD’ê beriya hilbijartina federal a di meha Îlonê de hate dayîn.

Li gorî nûçeya taybet a di malpera kovara Der Spîegelê de piştî biryara Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn wê yekîneyên îstîxbarat û ewlekariyê di asta federal de karibin AfD’ê bişopînin. Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku wê derbarê biryarê daxuyaniyeke fermî neyê dayîn û piştî rapora 1000 rûpelî ya saziya îstîxbaratê vê biryara krîtîk a derbarê AfD’ê hatiye stendin.

AfD penaber û misilmanên li welat dike hedef û têkiliya wê bi saziyên rastgirên radîkal heye. Li eyaletên Branderbûrg, Thurîngen, Saksen-Anhalt û Saksenê yekîneyên ewlekariyê AfD dişopand.

AfD di sala 2013’an de hatibû avakirin û piştî koçkirina penaberan a di sala 2015’an de AfD xurt bûbû. AfD piştre di gelek eyaletan de kete meclîsê û di Meclîsa Federal de bû sêyemîn koma mezin. AfD bi gotinên xwe yên li dijî penaber û koçberan ji sedî 13 deng stendibû. AfD qedexe û tevdîrên ji ber koronayê rexne dikir û piştgirî dida xwepêşandanên koma bi navê ‘Antî-korona’ jî.