Îmze hatin komkirin û name ji bo NY’yê hatin şandin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo darezandina dîktator standa îmzeyan hate danîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îmze ji bo NY’yê hatin şandin.

Di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ li bajarê Hambûrg a Elmanyayê de standa îmzeyan hate danîn.

Stand ji aliyê hevparên Meclîsa Jinan a Rojbîn ve li semta Altona hate danîn. Li standa gelek îmze hatin komkirin wêneyên jinên hatibûn qetilkirin jî hatin nîşandan.

Piştî standê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîkirina tecrîdê name ji Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî (NY) re name hatin şandin.

Li ser mijarê aktivîsta TJK-E’yê Ruha Baran axivî, diyar kir ku li dijî van polîtîkayan ji bo dengê xwe bilind bikin li qadanin û got: “Tecrîd pirsgirêka mirovahiyê ye, her kes jê berpirs e.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.