Îlana ‘Dema azadiyê hatiye’ di kovara Gaûchehebdo ya Swîsreyî de ye

Kovara Gaûchebebdo ya ku li Swîsreyê weşanê dike, kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin bi şêweyê îlan-nûçe weşand.

Kovara bi navê Gaûchehebdo ya ku li Swîsreyê weşana xwe dike, kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêv birin bi sernava “Ji bo azadiya Ocalan kampanyaya navneteweyî” weşand.

Îlan-nûçeya ku ji alylê redaksiyona rojnameyê ve hatî amadekirin, di beşa “piştevaniyê de, cih da paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û venêrînek nû ya sosyalîzmê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”

Di îlana hatî dayîn de bal kişandin li ser dîroka tevgera azadiya Kurdistanê û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Her wiha di nûçeya ku cih dayî banga “Dem hatiye” de, diyar kirin ku divê girtiyên siyasî tavilê bên berdan.

Di bangên kampanyayê de bang kirin ku divê êrîş-operasyonê leşkerên Tirk ên li Bakûr û Rojhilatê Suriyê û Başûrê Kurdistanê bê rawestandin û diyar kirin ku pêvajoyek a aşitiyê bê destpê kirin.

Dikarin bi vê lînkê; Infos sur www.freedomforocalan.org/ xwe bigehînin agahiyên di nûçeyê de.