BI DÎMEN

Êrîşên qirkirina siyasî li pêşiya Balyozxaneya Tirk a li Londrayê hatin protestokirin

Êrîşên qirkirina siyasî yên rejîma Erdogan ên li ser HDK’ê û derdorên muxalîf li pêşiya Balyozxaneya Tirk a li Londonê hatin protestokirin û bang li hikûmeta Îngilîstanê hate kirin ku ‘’piştgiriyê nede dewleta Tirk.’’

Êrîşên qirkirina siyasî yên rejîma Erdogan ên li ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), partiyên mixalîf, sendîka, rewşenbîr û rojnamevanan bi daxuyaniyekê li pêşiya Balyozxaneya Tirk a li Londonê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên weke ‘’Divê zexta dewletê bi dawî bibe!’’ û ‘’Demokrasî wiha pêk tê!’’ hatin berzkirin û li hemberî zilma rejîma Erdogan banga piştevaniyê li civaka navneteweyî hate kirin.

Berpirsê Navneteweyî yê UNISON’ê Marc Beacon, Berpirsê Sendîkaya Perwerdeyê ya Navneteweyî Louise Regan Berpirsê Kampanya û Polîtîkayên Herêmî  Laurie Heselden, Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst (SWP) Charlıe Kimber,  Serokê Tora Piştevaniya Sendîkayên Neteweyî Rob Williams,  Berpirsê Karên Navneteweyî yên TUC’ê Stephen Russel û nûnerên Yekîtîya Hêza Demokratîk (DGB)Û Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê beşdarî çalakiyê bûn.

Berpirsê Karên Navneteweyî yên TUC’ê Stephen Russel û nûnerên Yekîtîya Hêza Demokratîk (DGB) û Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê di çalakiyê de axivin.

Axêveran bang li Hikûmeta Partiya Karkeran a Brîtanyayê kirin ku dawiyê li piştgiriya didin rejîma Erdogan bînin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku rêveberiya zextkar a Tirkiyeyê her ku diçe zadetir zext û zilmê dike û hate diyarkirin ku divê civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Çalakvanan daxwaz kirin ku tavilê hemû muxalîfên ku li Tirkiyeyê bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin, werin berdan.

Axêveran diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû kesên ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî, azadî û mafên mirovan li ber xwe didin û bang li demokrat, rewşenbîr, siyasetmedar û sendîkavanên li Îngilîstanê kirin ku li hemberî zextên rejîma Erdogan bêdeng nemînin.