BI DÎMEN

Êrîşên komên nijadprest li Strasboûrgê hat protestokirin

Kurdistaniyên li Strasboûrgê dijîn li dijî êrîşên komên nijadperest ên duh li Belçîkayê êrîşî malbetên Kurd kirin daketin qadan û gotin: “Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanê jî xetere ye."

Li bajarê Heûsden-Zolder ê herêma Lîmboûrg a Belçîkayê, komên nijadperest ên Tirk êrîş birin ser malbatên Kurd ên ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan. Li seranserî welatên Ewropayê Kurd daketin qadan û êrîşên nijadprest bi çalakiyan protestokirin.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Çalakî li ber gara trenê ya Strasboûrgê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Girseya gel di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên "Faşîzma Tirk li Kurdistanê rawestînin" berz kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Zînê Helena Dersim axivî û diyar kir ku êrîşa faşîst a li Brûkselê ya li ser Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin. Helena Dersim da xuyakirin ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e û got: "Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li şûna çareseriya demokratîk, di şer de israr dike."

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Velî Tekîner jî axivî û bal kişand ser du komkujiyên di salên 2013 û 2022'an de li Parîsê li dijî Kurdan pêk hatin. Tekîner anî ziman ku dewletên Ewropayê çavên xwe ji faşîzma Tirk re digirin û got: “Faşîzma AKP-MHP'ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanê jî xetere ye. Divê gelê Kurd li her derê rêxistinbûna xwe xurt bike.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.