BI DÎMEN

Êrîşa li ser rêwiyên Tişrînê li Bellinzonayê hat protestokirin

Êrîşa li ser rêwiyên Tişrînê li bajarê Bellinzona yê Kantona Ticino ya Swîsreyê hat protestokirin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îro gelek welatî ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendavê ve çûn. Tewleta Tirk bi SÎHA’yan êrîşî welatiyên ber bi bendavê ve diçûn kir. Di encama êrîşê de 3 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Kurdistanî û dostên wan ên li ajarê Bellinzona yê Kantona Ticino ya Swîsreyê dijîn, daketin qadan û êrîşa li dijî rêwiyên Tişrînê protestokirin. Çalakî li ber statsyona Bellinzonayê hat lidarxistin. Rêveberên Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD), jin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berz kirin.

Di çalakiyê de endamê DEM-KURD’ê Sûat Tunç daxuyaniya bi zimanê Îtalî xwend û got: “Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirkirin û înkarê li ser Kurdan didomîne. Dewleta Tirk a faşîst ji bo dagirkirina Bendava Tişrînê demek dirêje êrîş dike. Li ser xeteriyên li ser bendavê û piştevaniya bi QSD’ê re bi hezaran welatî ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Tişrînê. Rêxistina me timî anî ziman ku ev êrîş li dijî deskeftiyên Rojava, gelê Kurd û bi taybetî li ser şoreşa jinê ye. Divê gelê me bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li deskeftiyên xwe derkeve. Di heman demê de em bang li hemû welatên Ewropayê dikin ku dawî li bêdengiya xwe ya li heberî êrîşan bînin û li dijî êrîşa bibin xwedî helwest.”