Êrîşa faşîst a li Parîsê li Hamburg û Londonê hat protestokirin

Li Hamburg û Londonê, êrîşa faşîst a li dijî komeleya ACTIT’ê bi çalakiyan hat protestokirin.

Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Young Struggle London, êrîşa faşîst a li dijî ACTIT û Young Struggleyê bi çalakiyekê li ber Konsolxaneya Fransa ya li Londonê protesto kir. Gelek rêxistin û sazî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser nave Young Struggleyê axaftin hatin kirin û hate gotin: “Tevgera faşîst, rastgir û nîjadperest li Ewropa û Îngilîstanê her ku diçe li dijî koçberan zêde dibe. Ev êrîş li dijî hemû tevgerên antî-faşîst e.” Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Fransa carek din çavê xwe ji komkujiya li dijî koçberan re git û hate gotin, ciwanên sosyalîst ên li Fransayê ne bi tenê ne.

Nûnerê KCC’ê jî anî ziman ku hat armanckirin ku komkujiyek din li ser komkujiyên li Parîsê were zêdekirin û got: “Em ê li dijî zext û êrîşan serî netewînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Refugees are welcome here!” û “From London to Paris, fight the fascists!” bi dawî bû.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî êrîşa faşîst a li Parîsê bi meşekê hat protestokirin. Piştî meşê daneza piştevaniya bi Young Struggeleyê ve hat xwendin. Di danezê de banga piştevaniyê û xurtkirina têkoşînê hat kirin.

Meşa ku ADGB, MLPD, FKU, Pride Rebellion, KA, ZORA, Young Struggle û gelek rêxsitinên antî-faşîst tevlîbûn de, dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonalîst” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin berzkirin.