BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê Apê Nemir bi bîr anîn: Weke Apê Nemir li ber xwe bidin

Kurdistaniyên ku li pêşiya NY’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin, banga rabûna li dijî pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê kirin û wiha gotin, “Ji bo aştî û azadiyê hûn jî weke Apê Nemir li dijî ev êşkence û tecrîda giran li ber xwe bidin.”

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Çalakiya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte roja Çarşemê li pêşiya avahiya NY’yê tê lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê ji bo bîranîna yek ji sembolên berxwedana Kobanê, Apê Nemir (Xelîl Osman Hemê) ku roja Duşemê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, destpê kir.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Hasan Încî daxuyanî xwend. Încî diyar kir ku yekane şertê aştiya mayînde ya li Kurdistan û Tirkiyeyê pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Încî bal kişand ser tecrîd û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê û anî zima ku gelê Kurd ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negirtine.

Încî wiha got: “Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û daxwaza wî ya hevdîtina bi parêzer û malbata wî re bi hincetên cuda tê astengkirin. Ev rewş li dijî mafên mirovan û rêgezên hiqûqa navneteweyî ye.”

Încî di axaftina xwe de Apê Nemir bi bîr anî û wiha got: “Ji bo aştî û azadiyê hûn jî weke Apê Nemir li dijî ev êşkence û tecrîda giran li ber xwe bidin; bêdeng nemînin. Apê Nemir sembola berxwedana Kobanê bû. Gelê Kurd wî 23’ê Cotmeha 2014’an de li refên pêş ên berxwedana Kobanê de nas kir. Apê Nemir di wê temenê xwe de berxwedan û wêrekî nîşan da. Em şehîdên xwe yên qehreman ên ku di têkoşîna mirovahiyê de li dijî dijminên dagirker her tim rêya azadiyê ji me re vekirin, bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin.”