BI DÎMEN

Çalakvanê fedaî Ûgûr Şakar hat bibîranîn

Ûgûr Şakar ê ku li hemberî Komploya Navneteweyî di sala 2019’an de bedena xwe da ber agir, li pêşiya Dadgeha Kredelfê ku çalakiya xwe lê lidarxistî hat bîranîn.

Ûgûr Şakar ê ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 1999’an a li ser Rêber Apo û tecrîda giran a li ser wî, di 20’ê Sibata 2019’an de li pêşiya Dadgeha Kredelfê bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakiya fedaî lê lidarxist hat bîranîn.

Bîranîn di saet 10:20’an de ku wê demê çalakî lidarxist, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de axaftinên li ser Ûgûr Şakar hatin kirin û nameya Şakar ê beriya çalakiya xwe nivîsandî hate xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.