Çalakiyên ‘Azadî ji Ocalan re’ li Evryê didome
Li banliyoya Evry a Parîsa Fransayê çalakgerên TCŞ’ê û komek çalakger hatin ba hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxistin.
Li banliyoya Evry a Parîsa Fransayê çalakgerên TCŞ’ê û komek çalakger hatin ba hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxistin.
Çalakî saet di 18.00’na de li banliyoyeya Evrya Parîsê hate kirin. Çalakgeran pankarta ‘Bi hev re serhildan’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ vekirin. Ciwanan êrîşên PDK’ê yên li dijî Şengal, gerîlayên HPG’ê û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Ciwanan cangoriyên qetlîama Roboskiyê jî bi bîr anîn û diyar kirin ku wê hesabê îxanetê were pirsîn.
Ciwanan diyar kirin ku heta Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, wê li qadan bin.