Çalakiya ‘Nobeda azadiyê’ ya li Hannoverê bi mîtîngekê dawî bû

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîkirina tecrîdê li bajarê Hannover a Elmanyayê hatibû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya Kurdistaniyan ku roja Yekşemê li bajarê Hannover a Elmanyayê hatibû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Mîtîng û çalakî ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hannoverê ve hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre nameyên ku ji bo Neteweyên Yekbûyî bê şandin, hatibûn amadekirin, hatin şandin.

Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin û koma Rêdûr stran ji çalakvanan re gotin.

Piştre li ser navê PYD’ê Bavê Enber, li ser navê YJK-E’yê Altûn Bîschof û li ser navê DGB’ê jî axaftin hatin kirin. Çalakî bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.