Çalakiya li pêşiya NY: Em ê bibin bersiva berxwedana zindanan

Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya bi armanca destekkirina grevên biçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên li zindanan hatibû destpêkirin didomin.

Li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê, çalakiya rûniştinê ya bi armanca ji bo balê bikişîne li ser grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku 27’ê Mijdarê ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî û protestokirina binpêkirinên li girtîgehan hatî destpêkirin, didome.

Çalakiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê û Kurdistanê destpê kir, ji aliyê aktivîstên Meclîsa Kurd a Zurîhê ve hate dewirgirtin.

Hevserokê CDK-Cenevre Salih Saglam di çalakiyê de axivî û got: “Heta tecrîda li ser Rêbertiya em bi dawî nebe wê çalakiyên me bê navber dewam bike. Em ê bibin bersiva berxwedana grevên birçîbûnê ya 27’ê Mijdara 2020’ê li zindanan hatibû destpêkirin.”

Kurdistaniyê bi navê Cîhat Ûçar ê ji Zurîhê tevlî çalakiyê bûyî ku ji ANF’ê re axivî jî bal kişand ku NY, saziyên mafê mirovan û YE ku xwe bi demokrasî û mafê mirovan vedibêjin îro daxwazên 40 milyon Kurd ji nedîtî ve tên. Bi tecrîdê dixwazin vîna gelê Kurd teslîm bigirin. Divê NY’yê erka xwe pêk bîne.”

Hemwextî çalakiya ku li pêşiya NY’yê dom dike kampanya şandina nameyan a ji bo NY a li Swîsreyê ku di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin dewam e.

Rojên li pêşiya me di serî de wê li Cenevre û gelek welatên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana, meş, mîtîng û çalakiya pirtûkxaneya azad û name ji bi NY’yê bê şandin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Songul Aslan jî di çalakiyê de axivî û bang li Kurdisanî û dostên wan kir û got: “Tecrîd sûcekî mirovî ye û divê tavilê bi dawî bê anîn. Rêbertiya me bê azadkirin. Bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku wê tevahî meha Sibatê bê lidarxistin bibin.”

Plansziyên çalakiyên bên kirin wiha ne:

6’ê sibatê li Lûzernê wê meşek bê kirin, meş wê li Allmandmesse saet 14:30’î bê lidarxistin.

10’ê sibatê li Baselê jî wê meşek bê kirin.

11’ê Sibatê wê li Solothornê meşa dirêj destpê bike û pirtûkxaneya azadiyê bê avakirin.

13’ê Sibatê jî wê li pêşiya NY a Cenevreyê mîtîngek bê kirin.

Li aliyê din duh di saetên şevê de ciwanên Swîsreyî ji bo balê bikişînin ser tecrîd û berxwedana zindanan li ser dîwarê li ser rêya trenê nivîsa ‘Ji bo piştevaniya gelê Kurd em li vir in’ nivîsandin.