Çalakiya li Kasselê bi meşekê bi dawî bû

Çalakiya bêîtîhatiya sivîl a li Rheînmetall a li bajarê Kassel a Elmanyayê hate kirin bi meşekê bi dawî bû.

Çalakiya bêîtîhatiya sivîl a di saetên sibê de li pêşiya fabrîqeya li bajarê Kassel a Rheînmetall a herî mezin a çekan a Elman ku ji bo rejîmên serdest ên di serî de li Kurdistan, Yemen, Meksîka û welatên Efrîqayê û gelek welatên cîhanê dikin qada şer dihilberîne, saet 16:00’an bi meşekê bi dawî bû.

Meşa ku di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ li Halîtplatzê destpê kir li navenda bajar bi sirûdan dom kir. Meşa ku bi dirûşma ‘Bi hev re serhildan’ û maketan pêk hat, belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin.

Li pêşiya HBF’ê jî mîtîngek hate kirin. Belavok hate xwendin û dirûşm hatin qîrkirin. Di çalakiyê de aktivîsek bi hinceta rûyê xwe girtiye hate destgîrkirin.