Çalakiya kon a li pêşiya Parlementoya Bremenê bi dawî bû
Çalakiya kon a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya parlementoya eyaleta Bremenê hatibû lidarxistin, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Çalakiya kon a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya parlementoya eyaleta Bremenê hatibû lidarxistin, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Li bajarê Bremen a Elmanyayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 3 rojî ya li pêşiya avahiya parlementoyê hatibû lidarxistin, bi mîtîngekê dawî bû.
Di tevahiya çalakiyê de bi nameyên ji bo Neteweyên Yekbûyî têkildarî daxwaza azadiya Ocalan hatibûn şandin, banga ku NY’yê bi erka xwe rabin hate kirin.