Çalakiya kon a 5 rojan li Hannoverê destpê kir

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîd û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 5 rojan hate destpêkirin.

Ji aliyê NAV-DEM ve çalakiya kon a 5 rojan di navbera saet 15:00-17:00’an li Haûpbahnof a Hannoverê destpê kir. Di çalakiya kon de li ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn û broşur hatin belavkirin.

Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Li ber çavê dinê tev bi salan e tecrîdek bê hiqûqî û bê heq li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Em Kurd heta tecrîdê bi dawî nekin û Rêbertiya xwe azad nekin, em ê li her derê dengê xwe bilind bikin, têkoşîna xwe her rojê zêdetir mezintir bikin.

Çalakî wê heta roja Înê dom dike.