Çalakiya ciwanên Kurd û enternasyonalîstan li Mannheîmê didome

Çalakiya ciwanên Kurd û enternasyonalîstan a ku bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Hanaû ya Elmanyayê starta wê hatibû destpêkirin, li Mannhaîmê dom dike.

Piştî bîranîna ku li cihê Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) 21’ê Adara 1994’an çalakî lê kiribûn û şûnde çalakî li Mannheîmê dom kir.

Çalakiya îro bi pêşengtiya jinan destpê kir. Çalakvanên ku tevî hewaya sar li Feûerwehwache ya Mannheîmê hatin ba hev govend gerandin, pankarta bi nivîsa ‘Ji Komploya Navneteweyî Re Dibêjin Na’ vekirin û ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngur li vir axivî û diyar kir ku tevî hewaya sar jî 5 roj in ciwanên Kurd û enternasyonalîstji Elmanya û gelek deverên din ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyê de ne.

Goksûngûr got: “Ev jî dide nîşandan ku hemû cîhan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike. Ji bo vê li gelek deverên cîhanê kampanya îmzeyan ku hatiye destpêkirin bi dehan senîdka û dostên me xwedî lê derdikevin.” Goksungûr bal kişand ku kampanaya ‘Dem hatiye ji Ocalan re azadî’ li cîhanê olan daye.

Li ser navê Înternatîonal Linke, Dîe Lînke, MLKP û Gemensaîm Kapmafen jî axaftin hatin kirin û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinê hatin xwendin. Jinan ji bo hemû şehîdên Şoreşê strana ‘Arî Newrozê’ strandin.

Çalakiya ku têde dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’ hate qîrkirin wê sibe li bajarê Esslîngenê dom bike.