Çalakgerên Nobeta Azadiyê: Li dora Rêber Apo bicivin
Endamên PYD’ê di hefteya 655’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin û destnîşankirin ku Rêber Apo pêvajoyeke daye destpêkirin û banga xurtkirina xebatan hat kirin.
Endamên PYD’ê di hefteya 655’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin û destnîşankirin ku Rêber Apo pêvajoyeke daye destpêkirin û banga xurtkirina xebatan hat kirin.
Nobeta Azadiyê ya ku bi pêşengtiya Însiyatîfa Ji Rêber Apo re Azadî bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25’ê Hezîrana 2023’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê hat destpêkirin, dewam dike.
Her hefteyê komên cuda yên ji welatên Ewropayê tên, nobetê dewir digirin. Di hefteya 655’emîn de endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Elî Osman, Mihemmed Mihemmed û Mistefa Haftaro dewir girtin.
Li ser navê komê Elî Osman mafê axaftinê girt û wiha got: “Gelê me li dijî tecrîda 25 salî ya li ser Rêbertî bi salan in li vir, li pêşiya Parlamentoya Ewropayê nobetê digre. Ev xebata me 13 sal in bêyî navber dewam dike. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku serdana vê derê bikin. Xebatekî pir bi nirx e. Bi vê erkê çarenûsa gelê Kurd tê nîşandan. Rêbertiya me di demên dawî de pêvajoyekî nû da destpêkirin. Hêviya me ji gelê Kurdistanê yê li Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê ev e ku li dora vê pêvajoyê li hev bicivin. Bi taybetî em bang li gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku li her bajar û her metropolê xebatên xwe yên demokratîk mezin bikin. Bila Rêbertiya me bi tenê nemîne, di vê pêvajoyê de bibin bibin xelek û Rêbertiya xwe temam bikin.”
BANGA JI BO MEŞA 11’Ê ÇILEYÊ
Osman îşaret bi Komkujiya Parîsê kir û wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me di 11’ê Çileyê de vînek mezin nîşan bidin û hebûna xwe di vê meşa pîroz de raber bikin.”
‘EM DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU GELÊ ME LI DORA QSD Û RÊVEBERIYA XWESER BICIVE’
Osman destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê jî ji vê pêvajoyê ne serbixwe ye û wiha got: “Em çalakgerên endamên PYD’ê yên li pêşiya CPT û PE’yê şervanên QSD’ê ku li Tişrîn û Minbicê berxwedanekî mezin raber dikin, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me di vê pêvajoya hesas de bêyî navber li dora QSD’ê û Rêveberiya Xweser bicivin.”
Osman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê Nobeta Azadiyê ku gelê Kurd 13 sal in bi biryar dimeşînin, heta dawiyê bidomînin.