8 partî û rêxistinan li dijî rejîma yek zilamî banga têkoşînê kirin

8 partî û rêxistinên siyasî li dijî desthilatdariya yek zilamî ya otorîter banga têkoşînê kirin.

DEM Partî, EMEP, EHP û rêxistinên din ên çep nerazîbûn nîşanî zextên li dijî mûxalefetê, tayînkirina qeyûman û polîtîkayên çavtirsandinê yên ji aliyê dadgeriyê ve tên pêkanîn, dan. 
Di daxuyaniya hevpar de, hat ragihandin ku siyasetmedar, rojnamevan û hunermend bi rengekî kêfî hatine binçavkirin û hat destnîşankirin ku bi tayînkirina qeyûman a li şaredariyan re, vîna gel hatiye desteserkirin. 
Her wiha hate diyarkirin ku têkoşîna karkeran a bi çalakiyên grevê û lêgerîna mafên xwe bi zextê tê astengkirin.
Partiyan xwestin dawî li girtin û binçavkirinan bê, şaredarên hatine hilbijartin ji bo erkên xwe bên vegerandin û mafên karkeran bên parastin. 
Di dawiyê de banga têkoşîna hevpar a maf û azadiyên demokratîk hat kirin.