40 parlementeran ji bo HDP’ê û Rojava bang li KE’yê kir

Nêzî 40 parlementerên Parlementoya Ewropayê ji bo bi lezgîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker a hem li hundir û hem jî li Sûriye ya li ser Kurdan bidin rawestandin, bang li Konseya Ewropayê kir.

Nameya ku îmzeya nêzî 40 parlementerî li xwe digire, îro ji bo Alîkarê Serokê Konseya Ewropa, nûner bilind ê politikaya û têkiliyên karê derve yê Yekîtiya Ewropa Jose Corell re şandin.

Di nameya ku ANF’ê xwe gihande kopiyeke wê de, parlementeran ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker a hem li hundir û hem li Sûriyeyê ya li dijî Kurdan banga ‘lezgîn a çalakiyan’ dike.

Parlementeran di nameyê de bal dikişînin ku li Tirkiyeyê di serî de li dijî Kurdan û HDP’ê zextekî yekcar mezin li dijî muxalefetê tê kirin, ‘Dagirkeriya Tirk a di serî de li herêmên Rojava yên ku Kurd, Xiristiyan û Asûrî lê dijî û Bakur Sûriyeyê’ bibîr xist.

Di dewama nameyê de bal tê kişandina ser van xisûsan:

HIKÛMETA TIRK DIXWAZE HDP’Ê BI TEMAMÎ TINE BIKE

“AKP’ê di demê dawî de bi pileyî sîstemeke otorîter ava kir. Di vê pêvajoyê de di serî de bi sûcên girêdanên bi terorê re rêveberên partiyan, parlementer, hevşaredarên Kurd ên hatine hilbijartin, bi sedan rojnamevan, akademisyen, doxtor, nûnerên civaka sivîl, parêzvanên mafê mirovan nêzî 80 hezar kes girtin.

Hikûmeta Tirk dixwaze HDP’ê tine bike. Ji sala 2015’an û vir ve 15 hezar û 300 HDP’î destgîrkirine. Hikûmeta Tirk bi taybet bi li dijî şaredariyên HDP’ê di nava helwestekî êrîşkariyê de ye.

Bi giştî destdanîne ser 34 şaredariyan. Hê jî bi dehan kes ji erkê nehatine girtin zexetekî mezin ên siyasî û malî li ser wan dikin. Her kêlî dibe wan jî ji erkê bigirin.

Dîsa li Tirkiyeyê mijara girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê yên sala 2018’an hezar û 25 girtî nexweş nehen û ji van rewşa 357 kesî giran e. Divê ev nexweş bi lezgîn bên berdan an jî bên rakirina nexweşxaneyên taybet ji bo dermankirinê.

LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Li gel van zextan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dewleta Tirk parelel tê kirin. Dewleta Tirk li gel endamên El Qaîde û komên girêdana wan bi Dewleta Îslamê re heyî di serê sala 2018’an de Efrîn dagir kir. Nêzî 150 hezar kesî ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man ku malên xwe bi terikînin.

Dewleta Tirk li cihên ji Kurdan vala kirî bi awayekî sîstematîk guhertina demografî dike. Ev jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Şidet û zextekî mezin li xwecihiyên li herêmê mayî tê kirin. Li herêmên hatî dagirkirin polîtîkayên Tirkkirinê tê kirin.

Herî dawî bi êrîşên 9’ê Cotmehê ya li herêmên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re carekî din hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin, li dijî sivîlan bê hed û hesab sûcên dij mirovahiyê tê kirin.

LI BER ÇAVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ SÛCÊ DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE

Tevî agirbestê jî êrîş dewam dike. Bi hinceta terorîzmê dixwaze rêveberiya xweser a nifûsa xwecihî ya Sûriyeyê ji holê rake, di serî de Kurdan, Asûrî, Suryanî û Ermeniyan ji sînorê Tirkiye-Sûriyeyê dûr bixe. Bi nifûsa Tirk û Ereban malbatên komên cîhadî yên xwe li ser axên Kurdan bi cih bike. Ev armanca sereke ya Tirkiyeyê ye.

Kurdan û Xiristiyanan ji warên wan kirin û anîna Ereban a li van herêman bi cihkirin û guhertina demografiye dîsa paqijiya etnîkî du sûcên li dijî mirovahiyê ne. Tirkiye ya ku weke endamekî NATO’yê ye, endamên Konseya Ewropayê ye û namzetê Yekîtiya Ewropayê ye li pêşiya çavê civaka navneteweyî van sûcan dike.

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABIN, AMBARGO PÊK BÎNIN

Em daxwaz ji we dikin ku li dijî paqijiya etnîkî ya nifûsa Kurd û Xiristiyanan a li Bakurê Sûriyeyê û dagirkeriya Tirk a li herêmê rawestin. Ji bo firotina çekan a Tirkiyeyê ambargoyek tam pêk bînin, guşarên abor û li dijî gelek endamên hikûmeta Tirk pêkanîn bisepînin. Bi helwestekî hevpar a YE’yê ya hevpar dikere Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê derbixe.

Daxwaz dikin ku destekê bidin bi hezaran kesên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçar mane ku malê xwe terikandine. Her wiha ji bo Kurdan li vê parçeyê di nava aştî û aramiyê de bijîn, tevlî gotûbêjin siberojê bên kirin bibin.”

KESÊN NAME ÎMZE KIRÎ

ARENA Maria, BIEDROŃ Robert, BRGLEZ Milan, FAJON Tanja, GRAPINI Maria, HEIDE Hannes, INCIR Evin, KAILI Eva, KOSTER Dietmar, MAVRIDES Costas, PAPADAKIS Demetris, PISAPIA Giuliano, SCHIEDER Andreas, SMERIGLIO Massimiliano, VOLLATH Bettina, WARD Julie, Koma S&D

BARRENA Pernando, BJORK Malin, CHAIBI Leila, DEMIREL Oezlem, GUSMÃO José, KONEČNÁ Kateřina, KOULOGLOU Stelios, MATIAS Marisa, PAPADIMOULIS Dimitrios, URBAN CRESPO Miguel, VILLUMSEN Nikolaj, GUE/NGL Group

ALFONSI François, AUKEN Margrete, BITEAU Benoit, KUHNKE Alice, LANGENSIEPEN Katrin, METZ Tilly, RIBA I GINER Diana, STRIK Tineke, ŽDANOKA Tatjana, Koma Greens/EFA

BILBAO BARANDICA Izaskun, Koma Renew VINCZE Lorant, Koma EPP

BOURGEOIS Geert, Koma ECR