Serokwekîla Koma Parlamentoya Federal a Dîe Lînke ya Elman Gokay Akbûlût, bi daxwaza ku hikûmet bersiv bide 14’ê Gulanê pêşnûmepirseke bi sernava ‘Gefa ewlehiyê ya endamên Dewleta Îslamê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ pêşkêşî hikûmetê kir. Hikûmetê di bersivên ku bi hejmara 20/11365 a dayî pêşnûmepirsa Akbûlût de, gelek pirs bêbersiv hiştin.
‘DEWLETA TIRK BERPIRSYAR E’
Serokwekîla Koma Meclîsa Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût, bersiva Hikûmeta Federal nirxand û ev tişt diyar kirin:
“Ez fêm nakim ku çima Hikûmeta Federal têkildarî piştevanên DAÎŞ’ê yên Elman û xizmên wan, agahiyeke fêmkirî nade. Ku ev mijar ewlehiya Elmanyayê jî eleqeder dike. Hejmarên kampên ku weke navenda binçavkirinê gelek piştevanên DAÎŞ’ê û malbatên wan lê tên ragirtin, nehejmart û pirsa min a têkildarî hejmara wan jî bersiv nedan. Hikûmeta Elman hin beşên bersivê weke agahiya veşartî cuda kir û berpirsyariya xwe ya ku têkildarî rewşa ewlehiyê bi rengekî fêmkirî agahiyê bide raya giştî, binpê dike.”
Gokay Akbûlût diyar kir ku Tirkiye tevlî hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêkên endamên DAÎŞ’ê yên girtî hatiye kirin û ev yek rexne kir. Akbûlût destnîşan kir ku Tirkiye ji rewşa heyî berpirsyar e.
‘NAXWAZE TIRKIYEYÊ ACIZ BIKE’
Gokay Akbûlût helwesta dewleta Elman a têkildarî girtiyên DAÎŞ’î jî rexne kir û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê rîskê ava dikin. Akbûlût ev tişt jî got: “Ez fêm nakim ku çima hikûmeta Elman bersiva hevdîtinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên rêveberiya xweser re dike, nade. Diyar e ku naxwaze hevkarê NATO Tirkiyeyê aciz bike. Ji sala 2012’an ve Sefaretxaneya Bilind a Elman a li Şamê hatiye girtin û lewma dibêje ku nikare wezîfeyên xwe yên konsolosê bicih bîne, lê ji kampên bakurêrojhilatê Sûriyeyê bi giştî 27 jinên Elman, 80 zarok û ciwanek hatin şandina welatê xwe. Lewma ev gotina wan bi vê rewşê re nakoke.
Lê êdî veger sekinîne û gelek mirovên ku têkîliya wan bi Elmanyayê re heye, ji paşde vegerê zêdetir weke serbixwe vegeriyan Elmanyayê. Ji dehan welatan gelek DAÎŞ’î û piştevanên wê, hîna li Elmanyayê binçavkirî ne. Ev yek ji bo herêmê rîskek mezin çêdike. Hikûmeta Elman nakeve nav liv û tevgerê, bi vî rengî xeteriya radîkalbûna li kampan û jinûve zindîbûna komên Îslamî zêde dike. Elmanya ji bo ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin, ne îradeyeke siyasî raber kir, ne jî ji bo wergirtina gelek şervanên DAÎŞ’î yên Elman û li Elmanyayê darizandin wan, hewldaneke cidî raber kir. Ev yek teqez nayê qebûlkirin, ji ber ku Elmanya ji şervanên DAÎŞ’î yên Elman berpirsyar e.”
Gokay Akbûlût diyar kir ku Elmanya ji bepirsyariyên xwe direve û Rêveberiya Xweser di rewşeke zehmet de dihêle. Akbûlût ev tişt anî ziman: “Lewma divê rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşa zehmet de neyê hiştin. Pêdiviya wê bi piştevaniya navneteweyî û naskirina siyasî heye. Hemû komên olî û etnîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin. Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn mîna wê nehatiye dîtin û ji bo jiyana aştiyê û ji bo jinan mafên wekhev, modelekî teşkîl dike.”
JI HIKÛMETA FEDERAL BERSIV
Hikûmeta Federal ji bo bersiva pêşnûmeya Gokay Akbûlût got, “Hikûmeta Federal ti alîgirên DAÎŞ’ê yên Elman ên girtî venegerandine Elmanyayê. Lê belê di 7 operasyonên giştî de bi giştî 27 jinên Elman, 80 zarok û ciwanek ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vegerandin."
Gokay Akbûlût, ji Hikûmeta Federal pirsa ka li navendên binçavkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de çend kes hene û rewşa mirovî û ewlekariya wan di çi astê de ye û çi nîşaneyên fealiyetên DAÎŞ’ê li navendên binçavkirinê hene kir. Hikûmeta Federal jî wiha bersiva vê pirsê da, “Balyozxaneya Elmanya li Şamê ji sala 2012'an ve girtî ye û karmendên wê yên dîplomasî ya balyozxaneyê ji Sûriyê hatine vekişandin. Ji ber vê yekê ji wê demê ve êdî ne pêkane ku piştgiriya balyozxaneyê were kirin û ji ber vê yekê serdana welatiyên Elman ên li navendên binçavkirinê yên li ser Sûriyê bên kirin. Her wiha, 'rêveberiya xweser' li gorî hiqûqa navneteweyî nayê naskirin, ji ber vê yekê hikûmeta Elman ti têkiliyên fermî bi wê re nade meşandin.
Ji ber vê yekê, Hikûmeta Federal derbarê rêjeya navendên binçavkirinê û fealiyetên DAÎŞ’ê de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne xwedî agahiyek fermî û pêbawer e. Hikûmeta Federal di encama hevdîtinên xwe yên bi rêxistina NY’yê, Xaça Sor a Navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl yên li herêmê xebat dimeşînin, ji rewşa mirovî û ewlehî ya pir giran a girtîgehên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê agahdar e. Her wiha bûyerên îzolekirî yên tuberkulozê hene ku carna bi mirinê encam dibin."
'467 KES HATIN, 111 KES HATIN MEHKÛMKIRIN'
Hikûmeta Federal got, "Ji 10'ê Nîsana 2024'an û vir ve bi agahiya Hikûmeta Federal 467 Îslamparêz ku ji sala 2011'an û vir ve ji Elmanyayê çûne Sûriye/Iraqê û îhtîmal heye li wir bimînin vegeriyan Elmanyayê. Ji 467 kesên ku vegeriyan, 416 serbixwe vegeriyan Elmanyayê.
Li gorî agahiyên Hikûmeta Federal, 31 ji 467 kesên ku hatine vegerandin ji ber sûcên ku bi çûna wan ji bo Sûriyê/Iraqê ve girêdayî ne li gorî madeyên 89a û 129a, b qanûna sûcên navneteweyî hatin cezakirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, heta niha 111 kes hatine cezakirin, 119 lêpirsîn hê jî dewam dikin û 122 darizandin bi demkî hatine rawestandin.”